Li Şehbayê 4'ê Nîsanê bi şahiyekê hat pîrozkirin 2019-04-06 10:13:13   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Bi dirûşmeya “Bi rihê 4'ê Nîsanê netewa demokratîk ava bikin, bi Rêber Apo re azad bijîn” bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê bi yek rihî berê xwe dan qada Navçeya Ehres ya Şehbayê ji bo pîrozkirina rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan.   Bi pêşengiya Kongreya Star, Saziya Malbatên Şehîdan û Meclîsa Kantona Efrînê şahî bi deqeyek rêzgirtinê ji bo pakrewanên azadiyê dest pê kir. Paşê axaftin li ser navê Saziya Malbetên Şehîdan Sûreye Hebeş, li ser navê Kongreya Star ya Efrînê Rûken Elo, li ser navê Meclîsa Kantona Efrînê Fîdan Ebdo ve hat kirin. Di axaftinan de 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû gelan û li berxwedana zindanan hat pîrozkirin.   Piştre axaftinên Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan a li ser girîngiya şopandina xeta têkoşîna azadiyê hat guhdarkirin. Tevgera Çand û Hunerê bi govendê 4’ê Nîsanê li Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Jinên ku beşdarî pîrozbahiyê bûn axivîn û gotin: “ Rojbûna Rêber Apo rojbûna tevahî jinan e. Em nikarin bê Serok Apo bijîn. Bi fikir û felsefeya Rêber Apo me xwe nas kir.”    'Rojbûna Rêber Apo rojbûna hemû jinan e'   Fîdan Fayêq  di destpêkê de Rojbûna Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li hemû jinan pîroz kir û wiha got:“ Îro ger jin li ser piyan in ew bi saya Rêber Apo ye. Îro jin bû xwediyê maf û axaftinê. Jinên kurd îro ji hemû cîhanê re bû mînak ew jî bi keda Rêber Apo bû.”    'Em şopdarên fikir û felsefeya Rêber Apo ne'   Her wiha Ayşe Ehmed jî  çalakvanên greva birçîbûnê bi bîr anî û wiha dom kir: “Em heta bijîn heta dawiyê em ê her dem şopdarên fikir û felsefeya Serok Apo bin. Çalakvanên ku di greva birçîbûnê de ne  li hemû cîhanê belav bûye ji bo tecrîda giran a li ser Rêber Apo were şikandin. Em dibe ku ne gel çalakvanan e, lê em ê her tim riya ku nîşanî me dane bişopînin.”   Ayşe diyar kir ku heya Abdullah Ocalan ji zindanê dernekeve dê berxwedan û têkoşîn berdewam bike û wiha got:”Weke jinên kurd û Şehba û hemû jinên cîhanê heta Rêberê me ji zindanan azad nebe em tu carî dev ji çalakî û berxwedana xwe bernadin. Em çiqas çalakiyên xwe bidomînin jî em nikarin mafê Rêberê mirovahiyê bidin.”   'Rojbûna Rêber Apo li hemû şehîdên azadiyê pîroz be'   Di aliyekî din jî Remziyê Hesen axivî û got:”Em weke jinên Efrînê û Şehbayê roja 4'ê Nîsanê li hemû gelê cîhanê û şervanên YPG’ê û YPJ’ê pîroz dikin, rojbûna rêber Apo li hemû şehîdên azadiyê pîroz be.”   'Bi fikir û felsefeya Rêber Apo me rastiya xwe nas kir'   Jina bi navê Sewsen Xelîl hêstên xwe wiha vegot: “Roja 4'ê Nîsanê roja ronahiya li ser gelê Kurd e. Ji jinên bindest re rojek nû ye, bi fikir û felsefeya Rêber Apo me rastiya xwe û ya mêran nas kir.”   'Em ê Rêberê mirovahiyê û aştiyê ji zindanan azad bikin'   Dayika bi navê Fatimê Muhemed axivî û got:”Rojbûna Rêber Apo li hemû jinan pîroz be, em ê Rêberê mirovahiyê û aştiyê ji zindanan azad bikin û bi hev re bijîn.”   Şahî bi govend û stranên Efrînê  bi dawî bû.