Hevşaredarên Hezexê mazbatayên xwe wergirtin 2019-04-05 17:16:58   ŞIRNEX - Hevşaredarên HDP’ê yên Hezexê Songul Erden û Murat Şen ên ji sedî 73 deng wergirtin û bi ser ketin bi gel re çûn Lîjneya Hilbijartinê ya Navçeyê û mazbatayên xwe wergirtin.    Hevşaredarên Hezexê Songul Erden û Murat Şen bi gel re çûn şaredariya qeyûm hatibû tayînkirin dewr girtin. Polîsan avahiya HDP’a Hezexê dorpêç kirin û destûr nedan meşa welatiyan. Li ser vê yekê welatî li ber Lîjneya Hilbijartinê a Navçeyê kom bûn û li benda hevşaredaran ku mazbatayên xwe werbigirin sekinînin. Piştî wergirtina mazbatayê welatî û hevşaredar heta avahiya şaredariyê meşiyan û dirûşma “Bijî berxwedana Hezexê” berz kirin.    Hevşaredar Erden û Şen mazbataya xwe ji Hevşaredarên Hezexê yên qeyûm tayînî şûna wan hat kirin Nevîn Oymak Girasûn û Muhdî Aslan wergirtin. Hevşaredarê berê yê Hezexê Muhdî Aslan axaftinek kurt kir û got qeyûm şaredariya wan di bin deynan de hiştine û dê hevalên wan nû hesabê vê yekê bipirsin. Hevşaredar Murat Şen jî axivî û diyar kir ku serkeftina wan a hemû gelê Hezexê ye û wiha axivî: “Dema qeyûm tayînî şaredariya me kirin û me ji vê avahiyê derxistin wek duh tê bîra min. Wan bi neheqî dest danî ser şaredariya me lê gelê me bersiva pêwîst da zilmê. Em ê ji bilî xizmeta gelê xwe tu tiştekî nekin. Em ê ferqê nexin navbera tu kesî. Tekane karê me ew e ku em xizmetek wekhev ji her kesî re bikin.”    Piştî axaftinan hevşaredar û welatî bi çepik û tîlîliyan derbasî odeya meqamê bûn.