Li Xapêtê girtî Mahsun Pamay li dijî tecrîdê çalakî pêk anî 2019-04-05 15:20:26   AMED - Girtiyê 22 salî Mahsun Pamay li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê li dijî tecrîdê çalakî pêk anî û dawî li jiyana xwe anî.    Li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê girtiyê 22 salî Mahsun Pamay, li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan şermezar bikin dawî li jiyana xwe anî. Rêveberiya girtîgehê li malbatê geriyan û agahî dan malbatê. Hat diyar kirin ku Pamay ji Navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Pamay hefteya borî bi rêya malbate diyar kiribû ku zextên li ser wan zêde bûne.    Di 20'ê Sibatê de li Almanya Ugur Şakar çalakî pêk anîbû û di 22'ê Adarê de jiyana xwe ji dest dabû. Dîsa bi heman armanca tecrîdê şermezar bike Zulkuf Gezen (33) di 17'ê Adarê de li Girtîgeha Tekîrdagê, Ayten Beçet (24) di 23'ê Adarê de li Girtîgeha Jinan a Gebze, Zehra Saglam (23) di 24'ê Adarê de li Girtîgeha Oltu, Medya Çinar (24) di 25'ê Adare de li Girtîgeha Mêrdînê dawî li jiyana xwe anîbûn. Yonca Akici di 29'ê Adarê de li Girtîgeha Şakranê çalakî pêk anî û di 1'ê Nîsanê de Siraç Yuksek, di 2'ê Nîsanê de jî li Girtîgeha Osmaniyê dawî li jiyana xwe anîbû.