Mor Çati: Ji sedî 91 kesên tundî li jinan kirin, mirovên nêzî wane 2019-04-05 14:12:41   STENBOL - Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Çati, diyar kir ku ji 800 serlêdanên 682 jin rastî tundiyê hatine.    Weqfa Sitargeha Jinan a Mor Çat, rapora xebatên xwe yên sala 2018’an, bi daxuyaniyek nivîskî eşkere kir. Di raporê de hat diyar kirin ku, Mor Çati di sala 2009’an de hatiye avakirin û bi navbeynkariya navenda piştevahiyê hewl dide jinên rastî tundiyê tên biparêze.”    'Serlêdanên girîng pêk hatin'   Di rapora hat weşandin de wiha hat gotin: “Navenda Piştevaniya Mor Çati di sala 2018’an de, yek car 800 jin û zarokan serî li wan dane, hezar û 409 hevdîtin pêk anîne. Dîsa bi giştî hevdîtin bi hezar û 808 jinên ku berî sala 2018’an serî li wan dabûn û piştgiriya ji bo wan dewam dike re, kirin. Ji 800 kesên piştgirî ji bo wan tê dayîn rojbûyîna 645 kesan nayê zanîn. Ji van kesan zarokên 4 û 15 salîne. Jinên ku serî li Mor Çati dan jî temenê wan dinavbera 36,34 û 25’an de diguhere. Ji kesên serî li wan didin temenê wan ji sedî 20 jê 16-24, ji sedî 24 jê 34-44, ji sedî 12 jê 45-54, ji sedê 3 jê 55-64 û ji sedî 1 jê 65 saline.    'Mirovên nêzî wan tundiyê dikin'   Ji 800 serlêdanan, 682 jin rastî tundiyê hatine. Ji sedî 91 kesên tundî li jinan kirin, mirovên nêzî wane. Ji sedî 61 jin ji aliyê hevjin û hevjînên xwe yên berê ve rastî tundiyê hatin. Piraniya jinên zewicî û yên hevjînê xwe berdayî, tundiya li ser wan zêdetir bû. Ji van jinan ji sedî 36 5 sal û kêmtirîn, ji sedî 22 6 û 10 sal zewicandina wan berdewam kiriye. Bi giştî alîkarî ji bo 44 jin û zarokan hatiye kirin.”