Baroya Îzmîrê: Li Zanîngeha Dokûz Eylûlê travmayeke mezin heye 2019-04-05 11:19:59   ÎZMÎR - Xwendekarên jin ên Zanîngeha Dokûz Eylûl a Îzmîrê, diyar kirin ku akademîsyen Î.K. gelek xwendekar taciz kirine û navê wî li ser deriyên tuwaletan nivîsandin.    Xwendekarên jin ên Zanîngeha Dokûz Eylul a Îzmîrê, diyar kirin ku akademîsyen Î.K. gelek xwendekar taciz kirine û navê wî li ser deriyên tuwaletan nivîsandin. Li gorî tê gotin, dekanê zanîngehê hay ji rewşê çêbûye û nivîsên li ser deriyên tuwaletan jê biriye û deriyê tuwaletê qefilandiye. Li ser vê Civata Xebatên Jina ya Zanîngeha Dokûz Eylulê, ji bo Î.K. bê darizandin li ser hesabên xwe yê medyaya civakî kampanyayek da destpêkirin.    Her wiha xwendekaran serî li Navenda Mafên Jina ya Baroya Îzmîrê jî da. Sekretera Giştî ya Baroya Îzmîrê Parêzer Perîhan Kayadelen, diyar kir ku hejmara kesên hatine tacizkirin zêde ye û ew niha amadekariya dozê dikin. Perîhan, anî ziman ku gelek kes hatine tacizkirin û wiha axivî: "Travmayeke mezin heye. Loma em bi hesas tev dixebitin." Kayadelen, diyar kir ku piştî ew dosyeyê temam bikin ew ê bi berfirehî raya giştî agahdar bikin.    Her wiha rêxistinên jina yên Îzmîrê jî daxuyaniyek dan û gotin "Em li dijî tacizê dengê xwe bilind dikin" û xwestin akademîsyenê navbirî bê darizandin.