Li Qamişloyê bi xwesteka çalakvanên di greva birçîbûnê de ne dar hatin çandin 2019-04-05 08:59:42   QAMIŞLO - Li Qamişloyê bi xwesteka çalakvanên di greva birçîbûnê de ne dar hatin çandin.   Bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, bi xwesteka çalakgerên di gireva birçîbûnê de ne li Qamişloyê dar hatin çandin.  Li Qamişloyê  li Saziya Ekolojî  ya Navenda Avê ya Girêdayî Komîteya Şaredariya Parastina Ekolojîyê dar hatin çandin. Her darek li ser navê çalakvanên di greva birçîbûnê de ne hatin çandin. Jinên ku tevlî çalakiyê bûn ji ajansa me re axivîn û gotin: "Tecrîda li ser Rêber Apo tecrîda li ser tevahî Gelê Kurd e ji bo wê bi azadiya Rêber Apo em ê hemû bi hev re azad bijîn."    '4'ê Nîsanê ji bo jinê rojek taybet e'   Hevseroka Desteya Şaredariyên Herema Cizîrê Sema Bekdaş 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: "Roja 4’ê Nîsanê ji bo tevahî gelê kurd roja vejîn, wekhevî û azadiya jinê ye. Di dîroka kurdan de ew roj, roja ku jin ji nû ve zindî bû û fêrî azadiya xwe bûye."   'Ser navê çalakvanan em ê dar biçînin'   Sema bal kişand ser çalakvanên greva birçîbûnê û wiha dom kir: "Em di serî de çalakvanên ku îro li berxwe didin em wan silav dikin. Îro çalakvanên di greva birçîbûnê de ne berxwedaneke mezin didin. Hevalên ku nikarin daran biçînin, em ê wek rêxistina jinê ser navê wan dar biçînin."   'Fikrê Rêber Apo li tevahî cîhanê belav bûye'   Sema herî dawî jî bal kişand ser fikrê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan û got: "Fikir û felsefeya Rêber Apo li hemû cîhanê bûye çavkanî. Yê ku fikrên Rêber Apo bişopîne xwe azad dike."   'Em hêviya xwe roj bi roj xurtir dikin ji bo dîtina Rêber Apo'   Civana bi navê Hemrîn Elî jî hêstên xwe wiha parve kir: "Em ji bo Rêber Apo daran diçînin ji bo wê em gelek keyfxweş in. Bi hêviya bi dîtîna Rêber Apo em van daran diçînin. Çalakvanên ku di greva birçîbûnê de ne em berxwedana wan silav dikin û bi hêviya ku em ji wan digirin heta dawiyê em ê berxwedana wan bişopînin."