Li Şehbayê bi çalakiyên cuda 4'ê Nîsanê tê pîrozkirin 2019-04-04 14:40:16   ŞEHBA - Rêxistina Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Herêma Efrînê bi armanca pîrozkirina Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di van çend rojan de gelek çalakîyên cur bi cur li dar xistin. Îro jî rêzeçalakiyên xwe bi şahiyek navendî li bajarokê Ehesê bi tevlîbûna bi hezaran şêniyên Efrînê û Şehbayê bi dawî kirin.   Bi boneya 4'ê Nîsanê Roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Gelê Efrînê û Şehbayê bi tevahî netewên xwe tevlî çalakiyên cur bi cur bûn, gelek şahî, semîner, sinevizyon li dar xistin û bi sedan darên zeytûnan çandin.   Li Kampa Berxwedan, Serdem, Veger, herêma Şehbayê û navçeya Şêrawa gelê Efrînê û Şehbayê bi sedan darên zeytûnan çandin û di riya wê de wateya vê rojê û diyarkirina felsefiya Abdullah Ocalan li ser jiyanê nîşan dide. Her wiha bi dehan deyikên ku nikarîbûn tevlî van çalakiyan bibin di malê xwe de dar çandin.   Piştî çalakiyên çandina daran bi dawî bûn, Rêxistina Kongreya Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û Meclisa Herêma Efrînê şahiyek navendî mezin bi dirûşma' Bi rihê 4'ê nîsanê em ê Netewa Demokratîk ava bikin, bi rêber Apo re azad bijîn' li bajarokê Ehresê ya Kantona Şehbayê li dar xistin. Bi tevlîbûna bi hezaran şêniyên Efrîn û Şehbayê. Qada Şahiyê bi wêneyên Abdullah Ocalan û Leyla Guven, sembolên berxwedanê hatin xemilandin.   Şahî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir. Paşê li dengê Abudullah Ocalan hat guhdarkirin. Di Şahiyê de gelek axaftin hatin kirin, her wiha li ser navê Meclisa Malbatên Şehîdan Sûreya Hebeş, li ser navê Kongreya Star Rûken Elo, bi navê Meclisa Herêma Efrînê Fîdan Ebdu axivîn, di axaftinan de Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat pîrozkirin û hat gotin:" Wate û girîngiya 4'ê nîsanê ji bo tevahî gelên azadîxwaz mezin e. Felsefeya Ocalan di piratîkê de bi netewa demokratîk, wekheviya gelan, bilindkirina Têkoşînê pêk bînin."   Her wiha di axaftinanan de berxwedana Leyla Guven û tevahî çalakvanên greva birçîbûnê ji bo şikandina Tecrîda li ser Abdullah Ocalan hat silav kirin û gotin:" Dagirkerî nikare vîna me têk bibe, çareserî di Îmeralê de ye, em ê Efrînê rizgar bikin."   Di berdewamiya şahiyê de koma Şehîd' Berçem, Çiyayê Kurmançî, Çiyayê Mîra, û hunermend Hêva stranên şoreşgerî pêkşkêş kirin.    Şahî bi gerandina govendê bi dawî bû.