Ji girtiyan peyama 4'ê Nîsanê: Rojbûn li tevahiya gelan pîroz be 2019-04-04 13:04:01   NAVENDA NÛÇEYAN - Li ser navê girtiyên ji doza PKK û PAJK'ê yên li girtîgehan  daxuyaniyeke nivîskî hat dayin û rojbûna 70'emîn a Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan hat pîrozkirin. Di daxuyaniyê de hat gotin ku greva birçîbûnê wê heta bidawîbûna tecrîdê bidome.   Denîz Kaya li ser navê girtiyên siyasî daxuyanî da û 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan pîroz kir. Di daxuyaniyê de ji bo rojbûna Abdullah Ocalan wiha hate gotin, "Rojbûna Rêberê me li cîhanê û Rojhilata Navîn bi taybetî ji bo gelên Kurdistanê nîşaneya vejîna ji nava civaka polîtîk exlaqî ye, hişyarkirina gelan, qutbûna ji sîstem û dîroka qirker a hezaran salî ye, xwebûna gelekî bênasname hatiye hiştin e. Ronîkirina rastiyeke ku di tarîtiya dîrokê de winda bûbû û destpêka gihandina rastiyên dîrokî ji bo vê serdemê ye. Rojbûna Rêberê me ziman, têgihiştin, berdevkî, heqîqet û serdema rastiyeke jibîrkirî ye. Ew kêlî ye ku hebûna li ber tinebûnê ji nû ve hebûna xwe vegeriya."   Di dewama daxuyaniyê de bal hate kişandin ser destketiyên li nava civakê bi bîrdozî û hewldanên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan hatine afirandin û hate gotin, bi tecrîda giran hewl tê dayin ku pêşî li destketiyan bê girtin. Denîz Kaya diyar kir, çawa ku armancên komploya navneteweyî bi xeleka ji agir a li dora Ocalan hatin têkbirin, armancên ji tecrîdkirinê jî bi berxwedana bêhempa û bi derbên ku li hêzên tecrîdê ferz dikin tê xistin, hemû tên beralîkirin. Denîz  destnîşan kir, tecrîdkirina Ocalan dawiya desthilatdariya AKP-MHP'ê eşkere kiriye û heqîqeta Rêberê Gelê Kurd mezin kiriye.   Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku ew 4'ê Nîsanê weke rojeke ku rojeva azadiyê ya gelan û mirovahiyê pêk hat, dibînin û ji bo wan gelekî pîroz û hêja ye.   Denîz got, ji ber vê yekê tecrîdkirina mirovekî azad ku rojeva wî ya bingehîn azadî ye, tecrîdkirina gelan û mirovahiyê ye û ev tişt got, "Divê were zanîn, rojeva bingehîn a girtiyên PKK û PAJK'î Rêbertî û azadî ye ku 110 roj in me bedena xwe li dijî tecrîdê dane ber birçîbûnê. Lewma, heta ku tecrîd bi dawî bibe, Rêberê me azad bibe û karibe di nava şert û mercên azad de bixebite wê çalakiya me bidome."   Di dawiya daxuyaniyê de 4'ê Nîsanê rojbûna Abdullah Ocalan li gelan, hemû têkoşeran hate pîrozkirin û bang li alîgirên azadî, wekhevî û demokrasiyê hate kirin ku bibin dengê berxwedana wan a bi heybet.