Girtiyên jin ên di greva birçîbûnê de: Bilindkirina dengê me erka we ye 2019-04-04 12:06:49   AMED - Înîsyatîfa Deng Bide Leylayê, der barê kurtejiyan û peyamên girtiyên di grevên birçîbûnê de dosyeyek amade kir.    Greva birçibûnê ya li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan hat destpêkirin didome. Însîyatîfa Deng Bide Leylayê dosyayek der barê greva birçibûnê ya ku di 16'ê Kanûnê dest pê kir û 1'ê Adarê jî tevahî li girtîgehan belavbûyi de dosyayek amade kir.  Însiyatîfê, destnîşan kir ku ji ber dewlet li hemberî daxwazên girtiyan bersiv neda 7 hezar girtiyan dest bi grevê kirine.    'Mafên girtiyan hat bînpêkirin'   Di dosyaya hatî amadekirin de wiha hat gotin: "Mafê girtiyên ku ketine greva birçibûnê tên binpêkirin. Me serî li cihên eleqedar da lê heta niha heyeteke serbixe neçûn serdana girtiyan. Cezayê hucreyê didin girtiyên ku ketin greva birçibûnê . Kesekî nikarê refakatê girtiyên ku demek dirêje ketine grevê bikin. Hevdîtina bi malbatan re, telefon û name ji girtiyan re hat qedexekirin. Êrîşên fîzîkî û psîkolojîk li hemberî girtiyan tê bikaranîn. Hewcedariyên girtiyan ên tenduristiyê bi cih nayên. Xwey, şekir, lîmon, karbon û ava fêkiyan nayê dayîn. Ler li girtîgehê bûhayê van hatin zêdekirin. Ev tişt di raporên HDP'ê de derbas dibe."   Li dijî tecrîdê çalakî   Di dosyaya Însiyatîfê de qala girtiyên jiyana xwe ji dest dane hat kirin û wiha hat diyar kirin: "17'ê Adarê Zulkuf Gezen (33) li Girtîgeha Tekîrdagê ya Tîpa F a Hejmar 2, 23'yê Adarê Ayten Behçet (24) li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê, 24'ê Adarê Zehra Saglam (23) li Girtîgeha Tipa T a Jinan a Oltuya Erziromê, 25'ê Adarê Medya Çinar (24) li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê, 29'ê Adarê Yonca Akici li Girtîgeha Tîpa T a Şakranê. 2'ê Nîsanê Siraç Yuksek li Girtîgeha Osmaniye ya Tîpa T li dijî tecrîde çalakî pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Em bang hemû kesên bi wijdan dikin bila bikevin nava hewldanan."    'Bilindkirina dengê me jî dikeve ser milê we'   Leyla Guven: Di sala 1964'an de li bajaroka Yapaliya Konyayê hat dinê. Di sala 1994'an de tevlî xebatên rêxistina HADEP'a Konyayê bû. Di sala 2004'an de li bajaroka Kuçuk Dîkîliya Edeneyê bû şaredar. Di sala 2009'an de li Weranşara Rihayê bû şaredar.  Dema endama Kongreya Rêveberiya Herêmî ya Konseya Ewropayê bû hat girtin. 5 salan di girtîgehê de ma. Di 7'ê Hezîranê sala 2015'an de wekî parlamentera Rihayê hat bijartin. Di Çilêya 2018'an de li hemberî Efrînê daxuyaniyek da û hat girtin. Di 24'ê Hezîranê sala 2018'an de dema girtî ji sedî 71 deng girt û bû parlamentera Colemêrgê. Di 8'ê Mijdara 2018'an de dest bi greva birçibûnê ya bêdem û bêdorweger kir. Di greva 79'an de ji girtîgehê tehliyê bû. Niha çalakiya xwe ya greva birçîbûnê li malê didomîne. Leyla Guven, aktivîsta Tevgera Jina Azad (TJA), Hevseroka Kongreya Civak Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê ye."    Azîme Işik: 20 sal in girtiye. Di Girtîgeha Jina ya Şakranê de ye. Ji 15'ê Sibata 2019'an ve di greva birçîbûnê de ye. Di peyama xwe de got: "Tenê ne Birêz Ocalan, hemû civak tê tecrîdkirin."   Ayten Gulsum: Di sala 1979'an de li Sasona Êlihê hatiye dinê. 36 sal ceza lê hatiye birîn. 20 sal in girtiye. Ji 26'ê Çileya 2019'an ve di greva birçîbûnê de ye. Di peyama xwe ya dawî de got: "Tecrîd, li ser Rêberê me û tevahiya gel tê birêvebirin. Em bi bedena xwe hewl didin dengê xwe ragihînin. Bilindkirina dengê me jî dikeve ser milê we."    Bêrîvan Bîtmen: Di Girtîgeha Jina ya Kayseriyê de ye. Ji 5'ê Çileya 2019'an ve di greva birçîbûnê de ye. Di peyama xwe de got: "Bila tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe, kes nemire."    Besê Ozer: Ji Licêya Amedê ye. Di sala 1996'an de JÎTEM'ê ew binçav kir û cezayê muebetê lê hat birîn. 23 sal in girtiye. Ji 26'ê Kanûna 2018'an ve di greva birçîbûnê de ye. Di peyama xwe ya dawî de got: "Divê gel li dijî tecrîdê bêje 'na', 'êdî bes e'. Gelê kurd û tirk, dengê me bibihîsin."    Dîlan Yildirim: Li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê ye. Ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Dilbirîn Turgut: 29 salî ye û xwendekara hîndekariya vekirî ye. Du sal zêdetir e di hepsê de ye.    Elîf Atdemîr: Li Wanê hat dinê. 20 salî ye. Di 17 saliya xwe de li navçeya Sûra Amedê di êrîşa polîsan de birîndar bû û hat binçavkirin. Temenê wî hat mezinkirin û ceza lê birîn. 3 sal in girtî ye. 10 sal ceza lê hat birîn. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Esma Başkale: Li Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê tê girtin. Ji 17’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Gurbet Ektîren: Di sala 2015’an de hat girtin. Di Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê de ma. Di 15’ê çile de dest bi greva birçîbûnê. Di 8’ê Adarê de hat berdan û li mala xwe ya li Navçeya Derika Mêrdînê greva birçîbûnê didomîne.    Gurbet Ozturk: Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê dimîne. Ji 26’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Hatîce Kaymak: Di 2017’an de li Amedê hat girtin. 9 sal ceza lê hat birîn. Ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Hacer Xelîl Yusuf: Li Efrînê hat dinê. Li Girtîgeha Jinan a Tîpa M tê girtin. Li navçeya Çelê ya Colemêrgê hat girtin. Dema hat girtin îşkenceyên mezin lê hatin kirin. 24 sal in di girtîgehê de ye. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Hamîde Yuksel: 35 salî ye. Bi îdaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin û 3 sal girtî ye. Ji 1’ê Adarê ve di grevê de ye.    Hediye Yayik: Ji sala 2012’an ve girtî ye. Li girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin. Ji 4’ê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.   Kîbriye Evren: Rojnameger e. Ji 9’ê cotmeha 2018’an ve girtî ye. Li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê dimîne. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Melek Yalçin: 25 salî ye. 9 sal û 8 meh ceza lê hat birîn. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne.    Menal Temel: 24 salî ye û ji Navçeya Qosera Mêrdînê ye. Ji malbatek 9 zarokên wê hebû ye. Di 2016’an de hat girtin û bi îdaya “endamtiya rêxistinê” hat girtin. 9 sal ceza lê hat birîn û 3 sal e girtî ye. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve li Girtîgeha Tarsûsê di greva birçîbûnê de ye   Merge Polat: Li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê dimîne. Ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Mukaddes Çelîk: Ji sala 2013’an ve girtî ye. Ji 4’ê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne.    Necla Atak: Li Girtîgeha Jimara 1’an a Tîpa F ya Ewlehiya Bilind a Kocaeliyê de dimîne. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Nurşen Tekîn: Ji 5’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye. Li Girtîgeha Jinan a Tarsûsê dimîne.    Ozlem Ozdemîr: Ji sala 2012’an ve di hepsê de ye. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne.    Ozlem Soyler: Ji 2012’an ve girtî ye. Ji 16’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye. Li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê dimîne.    Reyhan Çomak: 56 salî ye. Ji sala 2011’an ve îdaya “endamtiya rêxistinê” 11 sal ceza lê hat birîn. Ji 1’ê adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Rahşan Aydin: 22 salî ye û di nava malbatek 4 zarokên wê hene û ji navçeya Çêrmûga Amedê ye. Li Navçeya Rezana Amedê di encama êrîşa polîsan de hat girtin. Cezayê heta hetayê lê hat birîn. Ji 15’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Rozerîn Kalkan: 22 salî ye û xwendekar e. Ji 11’ê tebaxa 2016’an ve girtî ye. 10 sal cezayê hepsê lê hat birîn. Ji 1’ê Adarê ve greva birçîbûnê de ye.    Sebahat Tuncel: Di 5’ê tîrmeha 1975’an de li Meletiyê hat dinê. Du serdem parlamenteriyê kir. Di 6’ê mijdara 2016’an de li Amedê hat girtin. Ji 16’ê çile ve greva birçîbûnê de ye.    Selma Irmak: Di sala 1971’an de li Navçeya Qosera Mêrdînê hat dinê. Du serdeman parlamenteriyê kir. Ji 15’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Sevîcan Yaşar: 41 salî ye û dayika 4 zarokan e. Li avahiya Rêxistina HDP’ê ya Amedê di 3’ê Adarê de dest bi greva birçîbûnê kir. Di 8’ê Adarê de hat girtin.    Sînem Oguz: 26 salî ye. 12 sal ceza lê hat birîn. Ev 4 sal in li Girtîgeha Kayseriyê ye. Ji 25’ê çile ve di greva birçîbûnê de ye.    Şadiye Manap: 27 sal in girtî ye. Ji 4’ê sibatê ve li Girtîgeha Gebzeyê di greva birçîbûnê de ye.    Şehrîban Çoban: 26 salî ye. Ji 2015’an ve girtî ye. Ji 15’ê sibatê ve di greva birçîbûnê de ye.    Sîbel Uçar: Li Sûrê bi birîndarî hat girtin û cezayê muebetê lê hat birîn. Ji 2014’an ve girtî ye. Di 4’ê sibatê de ket greva birçîbûnê û li Girtîgeha Jinan a Gebzeyê tê ragirtin.    Suheyla Taş: Li Girtîgeha Jinan a Sîncanê dimîne. Ji 26’ê kanûna 2018’an ve di greva birçîbûnê de ye.    Zeynep Taşgîr: Li Girtîgeha Gebzeyê ya Jinan dimîne. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye.    Zana Çoban: Ji 2015’an ve di hepsê de ye. Ji 1’ê Adarê ve li Girtîgeha Gebze ya Jinan di greva birçîbûnê de ye.    Zulfiye Kîşmîr: Hevşaredara Navçeya Pîranê bû. Qeyûm tayînî şûna wê kirin. Salekê bêtir e li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê tê ragirtin. Ji 1’ê Adarê ve di greva birçîbûnê de ye. Kurê wê Alîş ê 15 salî nexweşê epîlepsî ye û bi hesreta kurê xwe di nava şertên girtîgehê de têdikoşe.