Kongreya Star rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kir 2019-04-01 13:29:43   KOBANÊ - Bi munasebeta 4'ê Nîsanê roja rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan Rêxistina Kongreya Star semîner li dar xist.    Bi dehan jinên Kantona Kobanê û endamên sazî û dezegehên sivîl û Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, Rêxistina Sara, jinên komîn, Meclis û rêxistinên jin di pêşengtiya Kongreya Star tevlî semînera li navenda Çand û Hûnerê ya Baqî Xido ji bo rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bûn.    Semîner bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Paşê li ser navê Kongreya Star Sozdar Amed semîner da.    Di semînerê de hat gotin ku rojbûna Abdullah Ocalan rojbûna gelan û dayikan e û wiha hat gotin:"Abdullah Ocalan li dijî koletiya jinê sekinî û ji bo azadiya jinê têkoşiya. Niha jî di nava Rojhilata Navînd de jin ji bo gel bûye hêvî. Em ê her bi fikir û ramanê Abdullah Ocalan têkoşîna ji bo azadiyê bidomînin."   Semîner bi nîqaşan dom kir. Her wiha berxwedana çalakvanên greva birçîbûnê û Leyla Guven hat silavkirin.   Semîner bi dirûşma 'Bê Serok jiyan nabe' bi dawî bû.