Namzedên Şirnexê dengê xwe bi kar anîn 2019-03-31 13:59:17   ŞIRNEX - Namzedên hevşaredariyê yên Şirnexê yên HDP'ê Nurcan Alturk û Hîşyar Osal çûn ser sidoqê û dengê xwe bi kar anîn.    Eleqya weatiyan a ji bo hilbijartina li Şirnexa ku beriya hilbijartinê bi sedan leşker û polîs ji bo deng bikar bînin anînê zêde ye.  Li bajarê ku dem bi dem binpêkirina mafan lê tê jiyîn namzedên hevşaredariyê yên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Nurcan Alturk û Hişyar Osal dengê xwe bi kar anîn.   Nazmezed li gel heyeta biyanî ya ji Almayê hat çûn dengê xwe bi kar anîn.  Hişyar Osal yê ku li Lîseya Şirnexê dengê xwe bi kar anîwiha got: "Ez hêvî dikim ku ev deng bibe wesleya aştî û azadiyê."   Nurcan jî li Dibistana Seretayî dengê xwe bi kar anî û wiha got: "Bila ev deng ji gelê me re aştiyê bîne."   Li aliyê din li bajêr binpêkirinên mafan ên ji bo hilbijartinê jî bi dawî nabin. Li Cizîrê ji dibistana Ebul-îz hemû muşahid hatin derxistin û li dibistanekê jî leşekrên ku ji bo dengdayînê hatibûn hatin tespîtkirin.