Namzetên Hevşaredariyê yên Mêrdînê dengên xwe bi kar anîn 2019-03-31 12:34:12   MÊRDÎN - Namzetên HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag dengê xwe avêtin sindoqan.Namzetan piştî bikaranîna dengan gotin:"Em ê teqez bi ser bikevin."   Namzetên HDP'ê yê Hevşaredariya Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Fîgen Altindag dengê xwe avêtin sindoqan.    Ahmet Turk, li Dibistana Seretayî ya Kasimiye ya Navçeya Artuklu dengê xwe avêt sindoqa hêjmar 1321'an. Fîgen Altindag jî li navçeya Mahsertê li Lîseya Mehmet Kavak denge xwe avêt sindoqa hêjmar 1007'an. Ahmet Turk û Figen Altindag piştî dengê xwe bikar anîn ji dibistanê veqetiyan. Walîtiyê destûr neda ku rojnamegerê navê wan di lîsteyê de tune nûçeyên hilbijartinê bişopînin. Ji ber vê yekê yên navê wan di lîsteyê de tune bû destûr nedan ku dema Namzetên Hevşaredaran deng davê wêne bikişîne. Fîgenê piştre got:"Em ê teqez bi ser bikevin."   Ahmet Turk, piştî dengê xwe avêt daxuyaniyek kurd da û wiha got: "Hindik ma. Çend saet man. Îpotek danîbû ser vîna gelê me. Ji rakirina îpoteka li ser vîna gel re hindik ma. Gelê me ji bo rakirina îpoteke wê bersîv bide."    Namzetên HDP'ê yên Navçeyên Nisêbîn, Qoser, Artuklu, Mîdyat, Mahsert, Stewr, Dêrik, Şemrexê jî li navçeyên xwe dengê xwe bi kar anîn.