Namzetên HDP’ê yên herêma Serhedê dengên xwe bi kar anîn 2019-03-31 12:27:19   NAVENDA NÛÇEYAN - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Mûş, Agirî, Îdir, Bedlîs û Colemêrgê dengên xwe bikar anîn.    Li bajarên Mûş, Agirî, Îdir, Bedlîs û Colemêrgê yên herêma Serhedê dendayîn dewam dike. Beşdariya hilbijartinê li van bajaran zêde ye. Namzetên HDP’ê yên hevşaredariyên van bajaran û navçeyên wan jî dengên xwe bikar anîn.    Mûş   Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Mûşê Sirri Sakik û Sîbel Genç û Parlamenter HDP’ê ya Mûşê û Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyigît dengên xwe bikar anîn.    Sirri Sakik got wan dengên xwe ji bo aştî, azadî û demokrasiyê bikar anîne û ew ê şaredariya Mûşê bi dest bixin û dê serkeftin bibe ya wan.    Agirî   Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Agiriyê Yelîz Karaaslan li dibistanek li Taxa Gazî ya Agiriyê û Abdurrahman Dogar jî li Wanê dengê xwe bikar anî.    Hevserokê KCD’ê û Parlamenterê HDP’ê yê Agiriyê Berdan Ozturk jî li dibistanek Agiriyê dengê xwe bikar anî.    Îdir   Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkuş jî li dibistanên cuda yên Îdirê dengên xwe bikar anîn. Namzetan piştî dengdanê dibistanan ziyaret kirin.    Bedlîs   Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bedlîsê Zekiye Îlbasan û Faruk Îşlek jî li dibistanên cuda yên bajêr dengên xwe bikar anîn. Namzetan got ew hêvî dikin ku wê hilbijartin azadî û aştiyê bi xwe re bîne.    Colemêrg   NamzetêN HDP’ê yên Hevşaredariya Colemêrgê Cîhan Karaman li dibistanek Colemêrgê û Seher Kadîroglu Ataş jî li dibistanek Wanê dengên xwe bikar anîn.  Parlamenterê HDP’ê yê Stenbolê Erol Katircioglu jî ji bo piştevaniya namzetên HDP’ê çû Colemêrgê û li dibistanek Colemêrgê dengê xwe bikar anî.    Gever   Li Navçeya Geverê ya Colemêrgê jî dengdayîn didome. Bi hezaran welatî diçin ser sindoqan û dengên xwe didin. Welatî di nava tedbîrên zêde yên polîsan de diçin dengdayînê. Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Geverê Remziye Yaşar û Îrfan Sari jî li dibistanên cuda yên navçeyê dengên xwe bikar anîn.