Nûçegîhana me û Namzeta Hevşaredariya Baglarê hatin derpkirin 2019-03-31 11:14:46   AMED - Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli û Hevşaredara Baglarê Zubeyde Zumrut çûn ser sindoqê û dengên xwe dan. Nûçegihana me dema Zubeyde Zumrut dişopan ji hêla polîsan ve hat tehdîtkirin.    Namzetên HDP’ê yên Hevşaredariya Bajarê Mezin a Amedê Hulya Alokmen Uyanik û Selçûk Mizrakli dengê xwe li Dibistana Seretayî ya Cemîl Ozgur ku li Navçeya Sûrê ye bikar anî. Hevşaredara Baglarê Zubeyde Zumrut ji li dibistana Alî Kuşçuya Baglarê dengê xwe bi kar anî. Nuçegihana me Gulîstan Azad dema Zubeyde Zumrut dişopand ji hêla polîsan ve hat astengkirin û tehdîtkirin. Polîsan Gulistan tehdît kir û gotin "Tu terorîst î ji vir biçe", Zubeyde dema bertek nîşanê polîsan da hat dehfdan.   Namzeta Hevşaredariyê Hulya Alokmen Uyanik piştî dengê xwe bikar anî axivî û got ew hêvîdarin wê ev hilbijartin ji bo Tirkiyeyê xêrê bîne û wiha got: “Em hêvîdarin wê ji bo bajarê me bibe xêr û bereket. Em hêvîdarin wê ev hilbijartin bibe demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ev du meh in em bi vê hêviyê xebitîn. Ji bo demokratîkbûna rêveberiyên herêmî û demokratîkbûna Tirkiyeyê hilbijartin girîng e.”    Parlamenterên HDP’ê û namzetên hevşaredariyê yên din jî li dibistanên cuda dengên xwe bikar anîn.