Malbatên girtiyan:Berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin bila dawî li tecrîdê bînin 2019-03-31 09:02:30   ÎZMÎR - Malbatan balkişand ser girtiyên li dijî tecrîdê li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Tu kes bela sedem dawî li jiyana xwe nayne. Berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin dawî li tecrîdê bînin.”   Çalakiyên greva birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, bi pêşengiya parlamentera HDP’ê û hevseroka KCD’ê Leyla Guven hat destpêkirin, didomin. Li hemû girtîgehan çalakî bi biryar didome û girtiyên bi navê Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar jî li girtîgehê li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn. Xizmên girtiyan bang kirin ku divê demildest daxwazên girtiyan bên bicihanîn.   ‘Divê demildest daxwaz bên qebûlkirin’   Girtiyê bi navê Abdulbahrî Yildirim ku 26 sal e girtî ye li girtîgeha Tîpa Hejmar T-2 a Şakdarê ji 1’ê Adarê de ye di greva birçîbûnê de ye. Hevjîna wî Hanim Yildirim da zanîn ku 4 sal maye ku cezayê Abdulbahrî biqede û got: “Yekane sûcê wî kurdayetiya wî bû. Dixwest çand û zimanê xwe bide jiyîn. Ji ber vê bi salane di girtîgehê de ye.”   Hanimê daxuyakirin ku li girtîgehan berî ku çalakger jiyana xwe ji dest bidin divê daxwaz bên cih û got: “Zarokên me ji bo azadiyê dawî li jiyana xwe tînin. Ji bo tecrîd rabe ketin grevê. Ji bo gelê me ketin grevê. Ciwanên me ji bo doza mafdar xwe feda dikin. Dewlet jî nahêle cenazeyên wan bên definkirin. Ev nêzîkatiya dewletê tirsê nîşan dide. Ji ber ew ditirsin dixwazin gel bitirsînin. Ev ne mislimanin. Em azadiyê dixwazin. Tu kes bi hêsanî bedena xwe nade ber mirinê. Hun zilma li ser me nabînin? Em dixwazin serokatiya me azad bibe, heta ew azad nebe kes azad nabe.”   ‘Ji gel re çareyek din nehiştin’   Yusuf Aydin yê 26 sale girtiye û li girtîgeha Hejmar T-4 a Şakranê dimîne û hevjîna wÎ Çîçek Aydin da zanîn ku hevjînê wê yê 53 salî ji çav, mîde û çongên xwe pirsgirêkan dijî û got: “ Hevjînê min ne di grevê de ye. Lê ew jî li gel girtiyane. Gelê Tirk dengê me nabihîze. Çapemenî me nabîne. Kes bela sedem xwe nabe ber mirinê. Bila êdî ev tecrîd bi dawî be.”