ROJEVA 31'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-31 09:00:00   *Parlamentera HDP’ê ya Amedê Dersîm Dag diyar kir ku tu hêz nikare pêşî li çalakiyên greva birçîbûnê bigire û got berxwedan roj bi roj belav dibe û wiha pê de çû: “Divê hikûmet vê bibîne; ev berxwedan mezin dibe û li her derê piştgiriyê dibîne. Hêza ku vê berxwedanê bişkîne tune ye." BI DÎMEN   *Malbatan balkişand ser girtiyên li dijî tecrîdê li girtîgehan jiyana xwe ji dest dane û wiha got: “Tu kes bela sedem dawî li jiyana xwe nayne. Berî ku cenaze ji girtîgehan derkevin dawî li tecrîdê bînin.” BI DÎMEN   *Di hibijartinên herêmî de ku nêzî 57 mîlyon hilbijêr diçin ser sindoqan de, kar û barê bikaranîna dengan dest pê kir.