Dayikên Şemiyê li aqûbeta rojnameger Nazim Babaoglu pirsîn 2019-03-30 14:41:34   STENBOL – Dayikên Şemiyê vê hefteyê aqûbeta nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di 12’ê Adara 1994’an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn.    Dayikên Şemiyê bi boneya aqûbeta windayan bipirsin û faîl bên darizandin di hefteya 731’emîn de carek din xwestin li Qada Galatasarayê çalakiya xwe ya heftane li dar bixin. Polîsan carek din Dayikên Şemiyê asteng kir û nehiştin biçin qadê. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê li ber avahiya Şaxa ÎHD’ê ya Stenbolê çalakiya xwe pêk anî. Xizmên windayan wêneyên windayan hildan û tîşortên wêneyên windayan li ser li xwe kirin û qurnefilan dan destên xwe. Vê hefteyê li aqûbeta nûçegihanê Ozgur Gundemê Nazim Babaoglu yê di 12’ê Adara 1994’an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn.    ‘Bila edalet pêk bê'    Daxuyaniya vê hefteyê xwişka Hasan Ocak ê di 1995’an de hat windakirin Masîde Ocak xwend. Ocak got Qada Galatasarayê 32 hefteye li wan hatiye qedexekirin û nikarin li qadê mafên jiyanê biparêzin. Masîde anî ziman ku bila bêcezabûna di dosyeya Nazim Babaoglu de bi dawî bibe û edalet pêk were. Masîde diyar kir ku rojnamegerên li ser vê axê rastiyê ragihandin û binpêkirina mafan eşkere kirin li ser fermana rêveberên dewletê hatin kuştin û Babaoglu jî bi boneya nûçeyên binpêkirina mafan çêkir hedef hat nîşandan.    'Bêyî gora kurê xwe bibînê koç kir'   Masîde bi bîr xist ku li gel Nazim Baboglu, rojnameger Huseyîn Denîz û Kemal Kiliç jî hatin windakirin û kuştin û wiha got: “Di wan salên ku agir dibariya û xwîn diherikî rojnamegeran terkî mirinê dikirin.” Masîde bi bîr xist ku beriya dayika Babaoglu, Makbule Babaoglu jiyana xwe ji dest bide daxwaza wê ew bûye gora kurê xwe bibîne û bêyî ku gora kurê xwe bibîne di tebaxa 2017’an de çû ser dilovaniya xwe.    ‘Em hestiyên xwe dixwazin'    Kurê Huseyîn Taşkaya yê di kanûna 1993’an de li Siwêrega Rihayê hat windakirin Şerîf Taşkaya jî behsa serpêhatiya bavê xwe kir û wiha axivî: “Em wek xizmên windayan hestiyên windayên xwe dixwazin.”    ‘Nazim hêj ciwan e'    Pişt re nameya malbata Babaoglu ya şandin çalakiya Dayikên Şemiyê hat xwendin û di nameye de behsa Nazim Babaoglu hat kirin. Di nameyê de hat gotin heke Nazim nehata qetilkirin îro niha 44 salî bû û wek roja ku hatiye revandin ciwan e.