Li Amedê dê 6 hezar kes sindoqan biparêze 2019-03-30 13:52:32   AMED - Li Amedê HDP dê 3 hezar û 624 sindoqan biparêze û 6 hezar kes peywirdar kir. Dîsa du maseyên krîzê û li tevahiya bajar 120 parêzer peywirdar kir.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ya Amedê têkildarî hilbijartina 31'e Adarê û parastina sindoqan li avahiya HDP'ê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anî. Di civînê de Rêveberê HDP'ê Mustafa Akengin diyar kir ku hilbijêrên kurd di 31'ê Adarê de biçin ser sindoqan û bersîvê bidin polîtîkayên qeyûman û wiha got: “Em ji bo pêşeroja xwe biçin ser sindoqan. Em li dijî hemû êrîşan bibin bersîv. Bila her kes biçin ser sindoqan û dengê xwe bavêjin sindoqan. Piştre ji bila heta dawî li sindoqan xwedî derkevin.    'Dê li navçeyan ji parêzerên me hebin'   Mustafa anî ziman ku li Amedê li Hezar û 194 dibistanan 3 hezar û 624 sindoq hatine avakirin û wiha got: “Li Amedê 17 hezar û 857 hilbijêr cihê wan hat guhertin. Hezar û 656 hilbijêr qeyda wan hat rawestandin. HDP'ê li tevahiya Bajar 6 hezar kes li ser sindoqan peywirdar kiriye. Komîsyona hiquqê bi Baroya Amedê re xebatê dimeşîne. Dê li her navçeyê parêzerên me hebin. Dievê li belgeya 142'an baldar bin. Divê Serokê Lijneya Sindoqê vê belgeyê bistine. Divê tedbirê vê yekê bistînin.    '2 maseyên krîzê hatin avakirin'   Endamê komîsyona hiqûqê Mehmet Oner jî anî ziman ku 120 parêzer dê peywirdar bin. Oner, anî ziman ku ji bo sindoqan biparêzin û vîna gel di sindoqan de xuya bibe dê sibê li ser kar bin û bi dildarî xebatê bikin û wiha got: "Li tevahiya bajar 120 parêzer hatine peywirdarkirin. Yek jê li avahiya HDP'ê ya Amedê û yek jî li Baroya Amedê 2 maseyên krîzê wê sibê bên avakirin.