Li Efrînê 10 mamoste hatin revandin 2019-03-30 10:28:27   EFRÎN - Li Efrînê 10 mamosteyên ku li 3 dibistanên cuda dixebitin hatin revandin. Her wiha li navçeya Racoyê jî xweza hat tehrîpkirin.      Li Efrînê komên ku girêdayî Arteşa Tirk (TSK) 10 mamosteyên kurd revandin.  Mamosteyên ku li taxa Eşrefiya Efrînê dixebitin, piştî ku li dibistanê derketin hatin revandin. Nehat zanîn ku 7 mamosteyên jin û bi tevahiya 10 mamosteyên kurd birine ku derê. Her wiha hat zanîn ku mamosteyek ji ducanî ye.    Navên mamosteyên ku hatin revandin wiha ye: Sedîqa Xelîl, Ronahî Şêxsîdî, Behzat Xelîl û Reşît Bayram, kesên ku paşnavên van nehat zanîn jî Ronya, Bêrîvan, Nesrîn û Juliyet e. Her wiha li gorî agahiyên ku ji herêmê hat li dibistanan axaftina bi kurdî jî hatiye qedexekirin.    Her wiha hat diyarkirin ku li navçeya Racoya Efrînê xweza hat tehrîpkirin û gelek dar jî hatin birîn.