Li Stenbolê operasyona berî hilbijartinê 2019-03-30 10:11:48   STENBOL - Li Stenbolê, rojek berî hilbijartina herêmî, di operasyona hemwext a hat lidarxistin de, muşahît, namzetên HDP’ê yên meclîsa şaredariyê û gelek kes hatin binçavkirin.    Li Stenbolê, rojek berî hilbijartinê, di serdegirtinên malan de muşahît, namzetên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yên meclîsa şaredariyê û gelek kes hatin binçavkirin. Di operasyona hemwext de, polîsan bi ser 127 malan de girtin û 32 kes binçav kirin. HDP’iyên hinceta binçavkirina wan nehat zanîn, li Midûriyeta Polîsan a Vatanê ya Stenbolê tên girtin.   Navê 32 kesên hatin binçavkirin wiha ne: “Umît Bayram, Fatîh Gunduz, Mehmet Şah Akgul, Gokhan Ozer, Recep Kar, Azad Kaplan, Huseyîn Kayra, Ozcan Gokcur, Kadîr Kaya, Sacît Tunç, Dînçer Yalin, Mûrat Aranir, Lokman Akinci, Suleyman Demîr, Mîne Kahraman, Mehmet Şîrîn Balos, Ozlem Erbaş, Mîzgîn Akman, Turgay Turşak, Sînan Yildiz, Umut Çeçen, Serhîldan Taşdemîr, Azat Taşdemîr, Mahsum Akpinar, Ramazan Tîlbaç, Cemal Kumîcen, Hulya Îlbars, Enîs Yîgît, Bariş Pîranoglu, Îrfan Kaya, Kenan Beyhan û Mahmut Dogan.