Jinên Şehbayê: Bila jin dengên xwe nedin faşîzmê 2019-03-30 09:25:30   Hesna Muhemed   ŞEHBA - Jinên Kantona Şehbayê ji bo hilbijartinên herêmî yên dê di 31'ê Adarê de li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê pêk werin bang kirin û gotin:"Bila jin dengên xwe nedin faşîzmê û îktidara ku mafên jinan binpê dikin."   Jinên Kantona Şehbayê derbarê hilbajartinên herêmî yên dê di 31'ê Adarê de li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê pêk werin nêrînên xwe parve kirin. Jinan gotin:"Ji bo ewlehî û aramiyê divê êdî hemû kes dengê xwe ji alî demokrasiyê bi kar bînin. Divê êdî ev desthilatdariya heyî ya jinê diçewisîne bi dawî bibe."   'Em hemû Kurd hêza xwe bikin yek em ê bikaribin faşîzmê têk bibin'   Rêveberiya Yekîtiya Jina Azad a Şehbayê Rîhab Çebo wiha got: "Em bang dikin ku hemû kes dengên xwe li dijî faşîzme bi kar bîne û dawî li leyistokên îktidara heyî bînin. Em hemû Kurd hêza xwe bikin yek em ê bikaribin faşîzmê têk bibin."   'Sîstema dewleta tirk a ku mafê gelê kurd her binpê dike divê êdî bê guhertin'   Jina bi navê Selwe El-Ehmed got: "Em jinên Şehbayê bang li hemû jinan dikin ku xwe bikin yek û tu carî dengên xwe nedin faşîzmê. Dijminê jinê divê têk biçe. Sîstema dewleta tirk a ku mafê gelê kurd her binpê dike divê êdî bê guhertin. Ev yek jî bi yekîtiya Gelê Kurd pêkan e. "   'Bila jin dengên xwe nedin faşîzmê'   Hevseroka Meclîsa Katona Şehbayê Wafe Mustefa jî wiha got: "Dewleta tirk ji gelê Efrîna ku dagir kirin nasnmeya tirk amade dikin da ku dengên xwe ji bo AKP'ê bi kar bîne. Ji bo ev bêhiqûqî ji holê rabe divê hemû kes li dijî faşîzmê dengê xwe bi kar bînin. Bila jin dengên xwe nedin faşîzmê û îktidara ku mafên jinan binpê dikin. Ji bo ewlehî û aramiyê divê êdî hemû kes dengê xwe ji alî demokrasiyê bi kar bînin. Divê êdî ev desthilatdariya heyî ya jinê diçewisîne bi dawî bibe."