'Azadiya Efrînê jî nezîk e' 2019-03-30 09:23:35   ŞENGAL - Jinên Êzidî serkeftina Baxozê pîroz kirin û wiha gotin: "Koma OSO'yê bi piştevaniya Artêşa Tirk êrîşek giran bir ser Efrîna rengin, lê em bi bawerin ku dê Efrîn jî bighije azadiya xwe."   Jinên Êzidî qala serpêhatiyên xwe yên dema dargirkirinê kirin. Jinan destnîşan kirin ku dema rastî êrîşan hatin tenê şervanên azadiyê gihaştin hewara wan û wiha gotin: "Dewletên dagirker bi êrîşek dijwar li hemberî me hat. Lê îro bi heman rengî êrîş dibin ser Efrînê. Lê em bawer dikin ku bi berxwedanê azadiya Efrînê jî nezîk e."   'Em berxwedana QSD'ê silav dikin'   Şîrîn Îdo di axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana Efrînê û wiha got: "Em wekî nîştecihên Şengalê dixwazin nîştecihên Efrînê jî azad bibin. Em berxwedana QSD’ê pîroz dikin.  Lê êrîşên ku li hemberî me tê kirin ji hêla raya giştî ve nayê pirsîn û nabêjîn ku gelo çima ew qas li hemberî vî gelî êrîşek bi vî rengî pêk tê. Niştecihên Efrînê li gel êrîşên dijwar dîsa jî serê xwe natewînin û berxwe didin. Em wekî Şengalî berxwedana Efrînê pîroz dikin. "   'Em serkeftin û azadiyê dixwazin'   Şîrîn, destnîşan kir ku tu kes nehate hewara zarokên Êzidî û wiha axivî: "Di sala 2014'an de êrîşî Êzîdiyan kirin lê tu kes guhdarî hewara zarokên Êzidî nekir. Lê şervanên azadiyê gihaşt hewara me. Em serketin û azadiyê ji bo hemû kurdên bindest dixwazin."   'Em ê xeyalên dijmin têk bibin'   Adlan Reşo di axaftina xwe de qala berxwedana Efrînê kir û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Ez di serî de serkeftina Baxozê pîroz dikim. Em ji QSD’ê re spasiyên xwe dişînin. Em  bawer in ku Efrîn jî dê bi ser bikeve. Koma OSO'yê bi piştevaniya artêşa tirk êrîşek giran bir ser Efrîna rengîn de anî. Lê tu carî ew bi ser nakevin. Em ê xewn û xeyalên wan bi berxwedana xwe têk bibin."   Adlan wiha dawî li axaftina xwe anî: "Qirkirina hatî serê Şengalê hat serê Efrînê û keç, dayîk, zarok, kal hemû bi tanq û topên dijmin hatin kuştin. Çawa şervanên azadiyê li berxwe dan û Baxoz rizgar kirin dê wisa jî Efrînê jî rizgar bikin. Dewletên dagirker tu caran bi ser nakevin.”