ROJEVA 30'Ê ADARA 2019'AN 2019-03-30 09:00:00   *Endama MYK’a Partiya Şoreşger Burcugul Çubuk, diyar kir ku grevên birçîbûnê pêl bi pêl belav dibin û pêngavên desthilatdariyê yên ji bo dîtbarî tên avêtin jî kesî razî nake.  Burcugul wiha got: “Desthilatdarî giraniya pêvajoyê nikare ragire. Bi qebûlkirina daxwazan re pêvajoyeke ku wê bi dawî bibe  heye. Ji bo ev pêvajo bi dawî bibe divê daxwaz bên cih.”   *Amediyan diyar kirin ku ji ber polîtîkayên şaş ên hikûmetê xizanî û betalî gihaştiye asta herî jor û gotin: “We em ji nan jî kirin ji aramiyê jî. Beştepe divê bi tabloya tê jiyîn serbilind be.” DÎMEN HEYE   * Jinan ji bo grevên birçîbûnê yên bi armanca rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatin destpêkirin, banga piştgiriyê kirin û ev bang li rayedaran kirin: “Divê Tirkiye hiqûqa xwe pêk bîne.  Tişta divê rayedar bikin, ne bêdengî ye, divê demildest dawî li tecrîdê bînin.”DÎMEN HEYE   *Girtiyê bi navê Selahattîn Demîr ji 1’ê Adarê de ye li Girtîgeha Tîpa T ya Bafrayê di greva birçîbûnê de ye. Hevjîna wî Latîfe Demîr, da zanîn ku girtiyên koma ewil ên di grevê de rewşa wan giran e û bang kir ku divê dawî li vê bêdengiyê bê, bila CPT  û desthilatdarî berpirsyariya xwe bînin cih. Latîfeyê her wiha da zanîn ku piştî çalakiyên greva birçîbûnê li girtîgehan binpêkirinên mafan du qat zêde bûye.DÎMEN HEYE   *Şaredariya Bajarê Mezin jî têde bi giştî 14 şaredariyên Wanê hene û namzetên hevşardariyê yên jin bang li hemû hilbijêran kirin ku xwedî li sindoqan  derkevin û gotin: “Em tên û em bi biryarin. Em ji bo bajarê xwe bi hev re bi rêve bibin tên. Em ê teqez bi ser kevin.” DÎMEN HEYE   *Jinên Kantona Şehbayê ji bo hilbijartinên herêmî yên dê di 31'ê Adarê de li Bakurê Kurdistanê û li Tirkiyeyê pêk werin bang kirin û gotin:"Bila jin dengên xwe nedin faşîzmê û îktidara ku mafên jinan binpê dikin."DÎMEN HEYE