Destûr nedan nepoxên ku wêneyê Leyla Guven li ser bûn 2019-03-29 14:23:36   AMED - Mîtinga HDP'ê ya Amedê ji ber barana zêde hat betalkirin. Piştre ji bo konvoya bajêr amadekarî hatin kirin. Nepoxên ku wêneyên Leyla Guven li ser bûn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.    Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) dê ji bo hilbijartinên herêmî yên 31'ê Adarê li Amedê mîting li dar bixista lê ji ber barana zêde mîting hat betalkirin. Piştre ji bo konvoya bajêr amadekarî hatin kirin. Nepoxên ku wêneyên Leyla Guven li ser bûn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.    Hat hînbûn ku polîsê ku deriyê avahiya HDP'ê girtiye gotine:"Heger hûn bi nepoxan derkevin em nahêlin hûn jî derkevin."