Dayîka Widad 61 salin pîşeya xwe diparêze 2019-03-29 13:25:03   NAVENDA NÛÇEYAN - Pîşeya dirûtin û girêdana lihêfan ji pîşeyên kevn e û gelek jinan ev pîşe ji dayîk an jî xizmên xwe girtiye. Dayika Wîdad Neso yek ji wan jinan e ku fêrî vê pîşeyê bûye û banga parastina wê pîşeyê dike.   Pîşeya dirûtin û girêdana lihêfan yek ji pîşeyên kevn e û ber bi tunebûnê ve diçe.  Wîdad Neso ya 76 salî yek ji van dayikan e. Wîdad Neso dayika Fayiq Baz ê ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dayê  û her wiha 3 kur û keçikeke wê hene. Dayîka Wîdad yek ji jinên taxê ye ku hîna pîşeya girêdana lihêfan parastiye û bi kar tîne. Wîdad di 15 saliya xwe de ji xaltîka xwe fêrî pîşeyê bûye.   'Ev pîşe ne hêsan e'   Di vê pîşeyê de tenê derzî, cawek ji pembo û 3 kg hiriya miyan pêwîst e. Hirî tê paqijkirin û veçirandin. Piştî 4 seatan bi dawî dibe. Ev pîşe ne hêsan e, lê belê divê kesên di vê pîşeyê de dixebitin, xwedî afirînerî û tecrube bin.  Gelek cure û teşeyên girêdana lihêfan hene, jê glover û kulîlk û gelek teşeyên din. Di dawiyê de li nîvê lihêfê nîşaneyek tê dayîn da ku rûyê wê yê pêşîn were naskirin beriya ku bi cawê dawîn were dorpêçkirin.   Girêdana lihêfan li gel şêniyên Heleb û Efrînê girîng e. Dayik lihêfê wek diyarî didin keç an jî kurên xwe û ew jî nirxê zarokan nîşan dide. Ji aliyekî din ve ev pîşe gelek bi aloziyê bandor bûye û êdî gelek kesê vê pîşeyê pêk naynîn. Buhayê her lihêfekê berê 300 lîreyên Sûriyê bû, lê niha piştî destpêkirina aloziya Sûriyê buhayê her lihêfekê gihaşt 5 hezar lîreyên Sûriyê.   'Tecrûbe pêwist e'   Dayika Wîdad hêdî hêdî fêrî pîşeyê bû û êdî li gel şêniyên gundê xwe Husê (Mîrkan) yê girêdayî navçeya Mabatayê ya kantona Efrînê û taxa Şêxmeqsûd navdar bû. Girêdayî mijarê Wîdad axivî û wiha got: "Ji 61 salin ez vê pîşeyê dizanim. Min gelek lihêf ji kur, keç û neviyên xwe re çêkirine. Min ji şêniyên gundê xwe re jî çêkirin. Rojane min lihêfek çêdikir, tevî karên mala xwe. Min lihêf bê pere çêdikirin. Ji bo fêrbûna vê pîşeyê tecrûbe û pisporî pêwîst e."   Li gel girêdana lihêfan dayika Wîdad gelek kardestiyên gelêrî wek qenewîçe û tentene çêkirine û mala xwe pê xemilandiye. Dayika Wîdad destnîşan kir ku pêwîst e ev pîşe were parastin, ji ber ku ji kal û pîrên wan derbasî nifşên din bûye.