Dîsa nehiştin ku malbat biçin Îmraliyê 2019-03-29 13:03:08   STENBOL - Malbata Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û 3 girtiyên din ên li Îmraliyê ji bo hevdîtinê serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan, serlêdan hate redkirin.   Birayê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç ji bo ku biçin Îmraliyê bi rêya parêzeran serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Malbata 3 girtiyên din ên li Îmraliyê Hamilî Yildirim, Omer Hayrî Konar û Veysel Aktaş jî serlêdan kirin. Serlêdana malbatan wek her carê bi rengekî kêfî hat redkirin. Dozgeriyê bi hinceta ''Sînordarkirinên derbarê hikimxwariyan'' ya ''Qanûna bi 5275'an a Cezayê û Derbarê Tedbîrên Înfazê'' serlêdan red kir.  Duh jî parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kiribûn lê Serdozgeriya Komarê ya Bursayê cara 802'yan serlêdan red kiribû.