Encamnameya Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî hat eşkerekirin 2019-03-29 12:03:46   KOBANÊ - Komxebata Diyaloga Sûrî-Sûrî ya sêyemîn piştî xwendina encamnameyê bi dawî bû.   Komxebata sêyemîn ya Diyaloga Sûrî –Sûrî doh bi beşdarbûna 148 kesayatan li Hola Newroz ya Bajarê Kobanê bi dirûşmeya “Ji hevpeymana civakî Sûrî ber bi serdema demokratîk ya nû ve” dest pê kir.   Piştî nîqaşên du rojan dom kirin, bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.   Encamname ji aliyê hevseroka MSD‘ê Emîna Umer ve hate xwendin.   Encamnameya komxebatê wiha ye:   “Li ser vexwendina MSD‘ê bi dirûşmeya “Ji hevpeymana civakî ya Sûriyê ve ber bi serdema Demokratîk ya nuh ve” bi sedan nûnerên hêz, partiyên siyasî, saziyên sivîl û çalakgerên Sûriyê yên serbixwe beşdarî komxebatê bûn. Ji bo tevlîbûna komxebata sêyemîn ya diyaloga Sûrî-Sûrî li Sûrî li Kantona  Kobanê kom bûn.   Di komxebatê de serkeftinên QSD‘ê yên li dijî terorê hat silavkirin. Beşdaran di nava du rojan de mijara destûr û nexşerêya çareseriya Sûriyê gotûbêj kirin.   Beşdaran li ser rêgezên bingehîn ên destûra nû  Sûriyê ya komîteya amadekar pêşkêş kiriye, li hev kirin. Destûra nû ya Sûriyê ya komîteya amadekar  ku pêşkêş kiribû, lihev kirin. Diyar kirin ku pêwîst e destûr xak û yekîtiya Sûriyê misoger bike û pergeleke siyasî û demokratîk û Sûriyeke demokratîk û nenavendî pêk were.   Beşdaran her wiha bi cidiyet projeya Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê nîqaş kirin û wekî projeyeke girîng ku dikarê Sûriyê ji aloziya heyî derxîne bi nav kirin û gotin, gerek ev proje li tevahî Sûriyê pêk were. Beşdaran diyar kirin ku nexşreya çareseriya aloziya Sûriyê dest pêkê li ser bingehên siyasî pêk bê. Li ser wê dê aloziya Sûriyê li ser esasê çareseriya siyasî li gorî biryarên navneteweyî têkildarî di serî de biryara bi hejmara 2254 çareser bibe.   Beşdarên komxebatê her wiha teqez kirin ku ji bilî çareseriya siyasî ku hemû aliyên opozisyonê û hêzên niştimanî yên demokratîk ên laîk bêne beşdarkirin tu alternatîfa çareseriyê nine. Bi vê yekê aşîtî, aramî û ewlehî li Sûriyê, herêmê û cîhanê dê pêk were.   Beşdaran bang kirin ku pêwîste hemû rengên dagirkerî û hebûna kesên biyanî li ser xaka Sûriyê were bidawî kirin, ji Efrînê heta  Eskenderûnê,  dagirkerî û tevahî herêmên ku di demên dawî de ji aliyê tirkiyê ve hatine dagirkirin. Ne ji mafê tu kesî li ser xaka Sûriyê dagirkerî pêk bîne û tevlî dewleteke din bike.   Beşdaran teqez kirin ku bi armanca xurtkirin û pêşxistina nêrîna opozisyona Sûriyê divê rêzediyalogên Sûrî werin lidarxistin, di vê çarçoveyê de Meclisa Sûriyeya Demokratîk veguhere navenda balkişandineke netewî û demokratîk ku yek rêziya opozisyona Sûriyê ava bike. Xeta danûstandinên ji bo veguhertina ber demokrasiyeke radîkal ve bi rê ve bibe.  Beşdaran gotin, MSD û Komîteya Şopandina ji bo berfirhekirina danûstandina bi her aliyên  Sûrî, Erebî, herêmî û cîhanê erkedar kirin da ku kongreyeke niştimanî Sûrî giştî were li darxistin.”