Mîtînga HDP’ê ji ber barana zêde hat betalkirin 2019-03-29 11:56:16   MÊRDÎN - Mîtînga Mezin a fînalê ya HDP'ê  ku bi tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dê bihata lidarxistin ji ber barana zêde hat betalkirin.   Partiya Demokratîk a Gelan(HDP), îro li Mêrdînê bi  tevlîbûna Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî dê mîtîng pêk bianînê lê mîtînga ku dê bihhata lidarxistin ji ber barana zêde hat betalkirin. Têkildarî mijarê Hevseroka HDP’ê ya Mêrdînê Eylem Amak û Endamê PM’a DBP’ê Eşref Mamedoğlu daxûyanî dan.   Eylem, anî ziman ku wan mîtîng li ber narana zêde betal kiriye lê dê  ji Uçyola Şemrexê Sezaî Temellî yê ku dê tevli mîtîngê bibûya  pêşwazî bikin û bi konvoyê derbasî büroya hilbijartinê ya navçeya Artukluyê bibin û li wê dê  Sezaî Temellî bi gel re hevdîtinê bike.    Eşref Mamedoglu jî diyar kir ku ji bo mitîngê hemû amadekariyên xwe kirine û plan kirine ku mitîngeke bi coş li dar bixin, lê ji ber baranê mitînga xwe betal kirine û ev tişt got: “Em bang li gel dikin ku bila her kes bi rûhê 31'ê Adarê bên buroya hilbijartinê  ya Artukluyê. ”