'Em ji mirinê têr bûn, bila edalet were' 2019-03-29 10:39:45   AMED - Malbata Sêvê Demîr a li Silopî di qedexekirina derve de hat kuştin, Hevserok KCD’ê Leyla Guven ziyaret kir. Dayik Sakîne Demîr got: “Bila êdî dilê tu kesî neşewite. Bêdengî mirin e. Ji xewa mirinê rabin.”    Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven 142 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Adullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Serdanên piştevaniya ji bo Guven didomin. Malbata Endama Meclîsa Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Sêvê Demîr ku di qedexekirina derve ya 2015’an de li Navçeya Silopiya ya Şirnexê hat kuştin Guven ziyaret kir.    Dayika Sêvê Demîr Sakîne Demîr û bavê wê Abdulazîz Demîr piştî hevdîtina Guven çûn serdana parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Tayîp Temel û Murat Sarisaç ên di greva birçîbûnê de ne. Dayik Sakîne Demîr diyar kir ku daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê daxwaza wan e û banga hestiyariyê li raya giştî kir.    'Ka edalet?'   Sakîne anî ziman ku bi hezaran hevalên keça wê Sêvê yên têkoşînê di greva birçîbûnê de ne û çalakgeran ji bo nasname û azadiya gelê kurd bedena xwe dane ber mirinê. Demîr da zanîn ku çalakiyên greva birçîbûnê bi pêşengiya jinê hat destpêkirin û wiha got: “Navê jina kurd berxwedan û têkoşîne. Bi hezaran kurd îro li dijî komkujî û zextan bedena xwe dane ber mirinê. 142 roj in Leyla Guven dihele. Ka edalet?”    ‘Êdî bes e'    Sakîne bal kişand ser polîtîkayên neçareserkirina pirsgirêka kurd a hikûmetê û wiha got: “Maseya çareseriyê qulubandin. Gelo bi tecrîdê gihîştin ku? Heta deriyê aştiyê venekin dê negihîjin tu cihî. Wê bi vî awayî nikarin serê kurdan bitewînin. Mirovan di girtîgehan de dihelin. Çima hûn bêdeng dimînin? Vekin çav û guhên xwe. Ev tenê bi diyalogê dikare bê çareserkirin. Bi hezaran kes bedena xwe daye ber mirinê, dewlet çawa bêdeng dimîne? Hunermend, rewşenbîr û hemû beşên civakê çima bêdeng in? Êdî bes e. Heta ku derê em ê bimirin? Ji aliyekî ve dibêjin ‘xwişk û birayên me’ û li aliyê din jî dibêjin ‘terorîst.’ Em ji mirinê têr bûne, êdî bila edalet were.”    'Deriyê Îmraliyê vekin'   ‘Dayika Sêvê Demîr Sakîne diyar kir ku divê daxwaza çalakgerên greva birçîbûnê bicih bînin û wiha got: “Em dixwazin bi mirovatî, merhamet û biratî bi hev re bijîn. Xwîn diherike divê êdî vegerin ser maseyê. Bi hezaran kes hat qetilkirin. Bajar hatin serûbinkirin. Kî çi bi dest xist? Deriyê Îmraliyê vekin û bila bi malbat û parêzeran re hevdîtin pêk were.”    Sakîne bang li dayikan kir û wiha domand: “Dilê min şewitî bila dilê tu kesî neşewite. Hûn çawa serê bi rehetî datînin ser balgî? Parlamenterên me hatin girtin bêdeng man. Cizîr û Silopiya hat hilweşandin bêdeng man. Divê êdî em şerm bikin. Ev bêdengî mirin e. Ji xewa mirinê rabin. Wîjdan qebûl nake. Ji girtîgehan darbest derdikevin. Zarokên me birçî ne em li malê xwe rûnenên.”