Girtiyên di greva birçîbûnê de: Em ê teqez bi ser kevin 2019-03-29 09:19:57   NAVENDA NÛÇEYAN - Girtiyên bi armanca prostestokirina tecrîdê ketin greva birçîbûnê ya bêdem û dorneveger bi hevkariya malbatên xwe peyamek şandin û gotin: “Çi ji destê me tê em heta dawî amade ne ku bikin. Em ê teqez bi ser kevin.”    Grevên birçîbûnê yên bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan li girtîgehên herêmê û Tirkiyeyê hatin destpêkirin didomin. Ji 1’ê Adarê şûnde bi hezaran girtî ketin greva birçîbûnê û bi hevkariya malbatên xwe peyamek şandin û gotin heta daxwazên wan neyên qebûlkirin wê dest ji çalakiyê bernedin.   ‘Çi ji destê me tê em amade ne ku bikin’   Huseyîn Bîlge ku bi Zulkuf Gezen yê li girtîgeha Tîpa T ya Hejmar 2 a Tekîrdagê di rojên borî de li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anî, re di heman girtîgehê de ye ji 1’ê Adarê de di greva birçîbûnê de ye. Huseyîn bi hevkariya malbata xwe di peyama ku şan de wiha got: “ Em li pişt vê dozê ne. Em ji bo vê dozê amade ne ku heta dawî li ber xwe bidin. Meşaleya hevalê Zulkuf girtiye berxwedana me xurt kiriye. Çi dibe bila bibe em ji bo vê amade ne. Çi bikeve ser milên me em ê bikin. Em ê heta dawî bidomînin. Heta daxwaza me pêk neyê em ê bidomînin. Em baş dizanin ku wê çi bibe. Çi dibe bila bibe em ê bi ser kevin.”   ‘Moralê me ji tenduristiya me baştir e’   Girtiyê bi navê Vedat Duyuş yê li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê ye û ji 5’ê Çile heta niha di greva birçîbûnê de ye jî di nameya ku şan de diyar kir ku tenduristiya wan nebaş be jî moralê wan gelek baş e û got: “Moralê me pir zêde ye. Em baş in.  Hun dizanin;Em biqasî bimrin ji jiyanê hez dikin. Ji ber vê wê greva me heta dawî bidome.  Hevala Medya ya li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe aniye, armanca vê berxwedanê daniye holê.  Hem em hem jî gelê me ji bo jiyana xwe dest ji vê têkoşînê bernade.  Tenduristiya me ne baş e lê moralê me bilind e.  Tu tişt bi me nikare şûnde gavê bide avêtin. Em ê teqez bi ser kevin.”   Kesek nikare gavê bi me şûnde bide avêtin   Girtiyê bi navê Samî Ozturk, Abdullah Oaral û Bahoz Ozer yên 90 rojin li girtîgeha Buca Kiriklarê di grevê de ne bi hevkariya malbatê peyamek şandin û dan zanîn ku çi dibe bila bibe wê heta dawî dest ji berxwedana xwe bernedein û gotin: “Em li vir li  ber xwe didin. Em ê heta dawî têbikoşin. Kî dibêje çi bila bêje kes nikare bi me şûnde gavê bide avêtin. Heta daxwaz neyên qebûlkirin, heta tecrîd ranebe wê têkoşîna me bidome.”