'Bi serkeftinek dîrokî DAÎŞ têk çû û pêvajoyek nû dest pê kir' 2019-03-29 09:10:06   Stêrvan Bêrîtan   QAMIŞLO - Hevseroka TEV-DEM'ê Zelal Ciger geşedanên siyasî yên dawî nirxand. Zelalê diyar kir ku hêzên navneteweyî  di şerê cîhanê yê 3’emîn de de dixwazin şerê di navbera  gelan de gurtur bike û  gelan talan  bikin û got:"Ji bo ewlehiya hemû gelên li cîhanê divê dengê gelên bindest bê bihîstin."    Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (TEV- DEM) Zelal Ciger li ser bidawîbûna çeteyên DAIŞ’ê, aloziya li Suriyeyê û çalakiyên grevên birçîbûnê de nirxandin kir û got:"Bi serkeftinek dîrokî DAÎŞ têk çû û pêvajoyek nû dest pê kir. Têkçûyina DAÎŞ'ê dê bandorek êrênî li ser hemû gelan bike. Çawa têkçûyina DAÎŞ'ê ji bo hemû gelên li cîhanê girîng bû niha têkoşîna çalakgerên di greva birçîbûnê de jî ewqas girîng e. Heta ku li Rojhilata Navîn aramî û aştî pêk neyê ev yek dê bandora neyînî li hemû cîhanê bike."   Sedema aloziya li Rojhilata Navîn çi ye?   Zelal Ciger li ser têkçûyina DAIŞ û serkeftina QSD’ê wiha dets bi axaftina xwe kir: “DAÎŞ'a dijminê mirovahiyê  bi serkeftina QSD’ê, YPG/YPJ'ê têk çû. Ev serkeftineke dîrokî ye, em weke jin bi vê serkeftinê gelekî kêfxweş in ku tola jinên Şengalê jî hat hildan. Çareseriya Sûriyeyê bi têkoşîn û bi biryara gelên li Sûriyeyê gengaz e. Geşedanên ku niha li ser asta cîhanê diqewimin, sedema wê rewşa siyasî û diplomasî ye, ev rewş jî bandora xwe di hêla leşkerî û aborî de dike. Di cîhanê de aloziyeke navdewletî heye. Di sedsala 21’an de aloziya ku kaptelîzmê bi xwe re aniye, gihaşt  lûtkeya herî jor. Şerê sêyemîn ji sala 1990’î ve dest pê kiriye. Di sala 2011’an de bi riya komên çeteyan re gelek kom derbasî Rojhilata Navîn bûn ne tenê li Suriyê, li tevahî welatên Rojhilata Navîn komên çeteyan bi cih bûn. Lê Suriyê ji van komên çeteyan re bû navend û xwe tê de bi cih kirin. Ji ber ku erdnîgariya Sûriyê him li ser avê ye û him jî li ser sînorê Sûriyê ye.  Herî dawî komên çeteyên  bi navê DAÎŞ’ê li ser axa Sûriyê derxistin holê. Ev êrîşên ku li Rojhilata Navîn diqewime şerekî qapîtalîzmê ye ku dixwaze êrîşî nirxên civakî bike. Dewlet êdî di şerê cîhanê yê 3’emîn de ji yekbûna gel zêdetir dixwazin parçebûnê ava bikin."    Sedama vî şerî ramanên li hevdu nake ye yan jî parvenekirina axê ye?   Zelalê derbarê sedema şerê ku didome de wiha got:"Di dema me ya niha de du sîstem li beramberî hev şer dikin yek sîstema kapîtalîst e, yek jî sîstema  Rêber Apo ya Netewa-Demokratîk e. Em jî weke tevgera civaka azad xwe dispêrin îdeolojiya Rêber Apo. Siyaseta Sîstema ku em weke rêvereberiya xweser li Bakur û Rojhilatê Suriyê ava dikin  xwe dispêre yekbûna gelan. Cara yekemîne sîstemek bi vî rengî li cîhanê tê avakirin. Gerek gelê me baş bizanibe ku dibe ku ev şer heta çend salan jî berdewam bike. Ji ber ku dewletên hegemon dixwazin li gor xwe dîzaynê bidin Rojhilata Navîn. Ji ber ku ev dewlet ne amede ne ji aştiyê re û naxwazin ku Rojhilata Navîn di aramiyê de bijî."   Hûn serkeftina hêzên YPG, YPJ û QSD’ê ya li dijî çeteyên DAIŞ’ê çawa dinirxînin?   Zelalê bal kişand ser girîngiya têkçûyina çeteyên DAÎŞ'ê û wiha dewam kir:"Armanca dewletan a avakirina DAÎŞ’ê ew bû ku şer di navbera gelan de bidin destpêkirin. Lê îro DAÎŞ têk çû. Ji bo me sekeftina QSD,YPG û YPJ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê gelek bi wate ye, sekeftinek dîrokî ye. Di şerê li dijî DAÎŞ’ê de  me 11 hezar şehîd dan ne tiştekî hindik e. Li ser axa Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji her pêkhateyî xwîn hat rijandin. Di encama vê yekê de serkeftinek bi pêşengiya Gelê Kurd hat bidestxistin. Em weke jin ji vê serkeftinê gelek kêfxweş in. Hêzên YPJ’ê tekoşîneke bê hempa li dijî çeteyên DAÎŞ’ê da meşandin û tola jinên Şengalê û jinên Bakur û Rojhilatê Suriyê hilgirt. Têkçûyina ku niha DAIŞ dijî, têkçûyina terorê ye. Lê li kêleka vê jî em nikarin bejin ku bi temamî me DAIŞ xelas kiriye. DAÎŞ ji milê leşkerî û erdnigari ve  têk çû, lê di hêla fikrî de hîna xwe dide jiyîn. Xeteriya terorîzmê her dem li ser me û tevahiya cîhanê heye. Dibe ku iro bi navê DAIŞ’ê dernekevin, lê dibe ku sibe bi navekî cude derkevin. Ji ber ku hebûna terorê ne li welatê me û ne li cîhanê hîn xelas nebûye. Lê ew DAIŞ’a ku dixwest dest bavêje destkeftiyên civaka me, îro di Baxozê de têk çû. Tevahiya cîhanê jî ev yek bi kêfxweşî anî ziman ku rêxistineke teror bi pêşengiya Gelê Kurd hat tunekirin. Di vî şerî de bi sedan hevalên me şehîd ketin û birîndar bûn. Bi hezaran gelên me talan û koçber bûn. Em nikarin van tiştan bi çavekî normal û piçûk lê binêrin. Ji ber ku hêza Qatar, Suudî û Erdogan ew ava kirin, yên ku bi bin ket ne tenê DAÎŞ bûn di heman wextê de AKP jî bû."   Çalakiyên grevên birçîbûnê gihane asteke pir bi xeter lê di berxwedanê de israrek heye, hûn çalakiyên greva birçîbûnê çawa dinirxînin?   Zelalê derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe hatibû destpêkirin wiha got:"Em çalakvanên girevên birçîbûnê û hevalên ku şehîd ketin  bi rêzdarî, bi bîr tînin û silavên xwe ji çalakvanan re dişînim. Wan  hevalan gaveke dîrokî avêtin û pêşengtiyeke dîrokî ji me re kirin. Hevala Leyla Guven bêguman pêşengtiya van çalakiyan kir. Navê Leyla di dîroka Rojhilata Navîn de xwediyê cihekî girîng e. Her tim jinên bi navê Leyla bûne pêşeng û mohra xwe li dîrokê xistine. Ji ber Leyla Guven hem wek jin û him jî wek gelê kurd ji bo me pêşeng e. Di roja me ya îro de Leyla Guven pêşangtiya vê pêvajoyê dike."   Weke ku tê payîn hilbijartinên 31’ê Adarê nêz dibe gelo wê ev hilbijartin çi bi xwe re bîne?   Zelalê derbarê hilbijartinên herêmî yên di 31'ê Adarê de wiha got:"Em niha di pêvajoya hilbijartinên 31’ê Adarê yên şaredariyê de ne. Em xwedî wê baweriyê ne ku wê gel dengê xwe bide  xwe. Di pêşengtiya Leyla Guven de wê careke din gelê vî ruhê xwe yê berxwedanê derxînê pêş. Di Newroza 2019’an de me hêzeke mezin, ji gelê  Bakurê Kurdistanê girt. Tevî ku zext û zilma Dewleta Tirk li ser Gelê Bakûrê Kurdistanê zêde ye, jî lê hîna li ser piyaye û di serhildanê de ye. Gerek gelê me baş bizanibe ku ger em serî li hemberî dijmin ranekin, wê dijmin me tune bike. Ji ber vê yekê gerek gelê me rabe û daxwaza mafê xwe bike. Dibe ku niha di zindanên de Dewleta Tirk de gelek kes girtî bin jî, ev nayê vê wateyê ku em tune bûn. Fikra Rêbere Apo ya ku gelê me xwe dispêrê, de ji her milî ve hêza xwe derdixîne holê. Em xwedî wê baweriyê ne bi gelê xwe ku wê dengê xwe li ser sindoqan bide xwe û wê di wan hilbijartinan de jî wê AKP’ê têk bibe. Kesên ku dengê xwe bide AKP’ê, dibe şirîkê komkujiya gel ku piştgiriyê dide DAÎŞ’ê jî. Divê ku gelê me dengê xwe bide HDP’ê û rastiyê raxînê ber çavan. Dê roja 31’ê Adaerê bibe roja têkçûyina Erdogan û AKP’ê."   Terora DAIŞ’ê têk çû, ji bo siberoja Sûriyeyê hûn projeyên bi çi rengî difikirin?    Zelalê wiha got:"Çareseriya aloziya li Sûriyeyê ancex bi diyaloga gelên li Sûriyeyê re gengaz û pêkan dibe. Çareseriya Sûriyeyê gerek di hundirê Suriyeyê de bê pêşxistin. Dewletên hegemon tu caran naxwazin ku em di pêvajoyeke aştîyê de bijîn. Em weke Rêverebiya TEV-DEM’ê ya Bakur û Rojhilatê Suriyeyê xwedî yek nêrîn in. Di çareseriya aloziya Suriyeyê de divê ku çareseriya Suriyê di hundirê suriyê de û di nava gelê wê de bê çareserkirin. Gelek daxuyanî û nêrîn ji milê Rêjîma Suriyê ve derketin holê, lê ev daxuyanî ne di cihê û demên xwe  de ne. Ev daxuyanî xizmeta çeteyên DAIŞ’ê û Dewleta Tirk dikin. Rêjîma suriyê şûna ku gefan li me bixwe, gerek bêje hêzên QSD’ê  Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji terorê rizgar kir. Em ji bo pêşeroja Sûriyeyê çi bikin. Erka yekemîn ku dikeve ser milê Rêjîma Suriyê  ew e ku herêmê mîna Ezaz, Bab,Cerablûs û Efrîn ji bin dagirkeriya dewleta tirk derxînin. Xeteriya hebûna Dewleta Tirk ya li ser axa Suriyê ji hemû dewletên din xetertir e. Ger ku bi rastî Rêjîma Suriyê dixwaze aloziya Suriyê çareser bike, divê ku berê xwe bide me û em li hev rûnin û di derbarê çareseriya Suriyê de bigîhêjin çareseriyekê."   Piştî têkbirina DAÎŞ’ê gelek çeteyan xwe radestî QSD’ê kirin û gelek ji wan esîr ketin divê ku hêza navnetewî ji bo van çeteyan mekanîzmayeke çawa ava bike?   Zelalê herî dawî wiha got:"Şerekî dijwar ji Serêkaniyê dest pê kir heta pêngava  Bagera Cizîrê bi dawî dibe. Çeteyên DAÎŞ’ê li Baxozê têk çûn, ev yek jî, serkeftineke mezin e. Belê niha gelek kes meraq dikin ku wê çeteyên DAÎŞ’ê yên di destên me de esîr in wê çawa bin?  Ji 25 hezar zêdetir çete di destên QSD’ ê de ne. Gelek ji wan birîndar û nexweş in. Heyva Sor bi derfetên kêm bi wan re dibe alîkar, ji milê rêxistinên derve ve jî kêm alîkarî tê dayîn. Ev çareserî jî çareseriyeke demkî ye, ev yek nikare bi kêm alîkariyê were çareserkirin. Em tenê li gel xwe dadgeha van çeteyan bikin têrê nake. Gereke dewletên derve hemwelatiyên xwe bigirin.  Weke nêrîna Rêvereberiya Xweser ya derket pêş ew bû; ku dadgeheke navnetewî ji van çeteyan re bê kirin. Helbet em weke Rêverberiya Xweser bi tena serê xwe  nikarin bi vê dadgehê rabin, gereke her dewlet hemwelatiyê xwe yên di nav DAÎŞ’ê de cih digirin, bi vê yekê rabin. Piştî vê dadgehê em di derbarê wan de bi nêrîneke hevbeş bigihêjin encam û biriyarê. Ev dadgehkrina terorê, ne dadgeheke ji rêzê û normal e."