3 girtî hatin sirgûnkirin 2019-03-28 17:08:10   ERZIROM - 3 girtiyên ku dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kirine, sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Erziromê kirin.    Girtiyên bi navê Resul Arslan, Ozan Çîftçî û Menduh Deger ku li Girtîgeha Xorasanê di 24'ê Adarê de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribûn sirgûn kirin. Hat zanîn ku 3 girtiyên ketine greva birçîbûnê di 25'ê Adarê de sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Erziromê hatine kirin.