Li navçeyên Şirnexê eleqeya ji bo HDP'ê zêde ye 2019-03-28 16:34:43   ŞIRNEX - Li Şirnexa ku wê HDP mîtînga Fînalê lê li dar bixe , namzedên hevşaredar, li naçeyên Sîlopî, xezexê bi gel re civiyan.    Bi nezîkbûna hilbijartinên xwecîhî re xebatên partiyan ên ji bo hilbijartinê jî zêde bûn.  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) jî di vê çarçoveyê de xebatên xwe berdewam dike. Namzedên hevşaredariyê yên DHP'ê ku li Şirnexê derî bi derî geriyan îro jî ji bo mîtînga Fînalê ku wê di 30'ê mehê de li Şirnexê bê lidarxistin li navçeyên Sîlopî û Hezexê hevdîtin bi gel re kirin û rastî eleqeyek mezin hatin.    Sîlopî   Li Sîlopiyê heyeteke ku namzedên hevşaredariyê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlun jî di nav de  li navçeyê geriyan. Heyeta ku bi konvoyê li taxên navçeyê geriya rastî eleqeyek mezin a gel û zarokan hat.    Hezex   Li navçeya hezexê jî parlamentera  HDP'ê ya Şirnexê Nuran Îmîr û namzedên hevşaredariyê çûn serdana gel.  Zarokên ku li pey konvoyê beziyan dîmenên rengîn derxistin holê.