Xizmên girtiyan bendemayîna xwe ya li ber wezaretê didomînin 2019-03-28 13:17:30   ENQERE - Malbatên girtiyan ku xwestibûn bi Wezareta Dadê re hevdîtinê pêk bînin, ev 3 rojin li ber avahiyê rawestiyan e.    Xizmên girtiyên di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan de ne, hatin Enqerê û xwestin bi rayedarên Wazareta Dadê re hevdîtinê bikin. Daxwaza 8 malbatên girtiyên çalakger ên ji Stenbolê hatin, bi hinceta rendevû negirtine, hat redkirin. Xizmên girtiyan ev bû 3 roj li benda hevdîtinê ne.    Xizmên girtiyan, di heman demê de xwestin dosyeya derbarê grevên birçîbûnê de amadekiribûn, bidin wezaretê, lê dosya jî nehat qebûlkiirin. Xizmên girtiyan li ber  Wezareta Dadê dest bi çalakiya rûniştinê kirine.