Sêyemîn diyaloga Sûrî-Sûrî di roja duyem de didome 2019-03-28 12:18:13   KOBANÊ - Sêyemîn diyaloga Sûrî-Sûrî bi masaya Nexşerêya Çareseriya aloziya Sûriyeyê di roja duyem de didome.   Bi dirûşmeya "Ji hevpeymana civakî ya Sûrî ber bi serdema nû ya demokeratîk ve" sêyemîn diyaloga Sûrî-Sûrî duh li hola Newroz a bajarê Kobanê dest pê kir, îro diyalog di roja duyemîn bi maseya Nexşerêya Çarerseriya aloziya Sûriyeyê didome.   Diyaloga ku 132 kesayetên siyasetmendar, rojnemevan, nivîskar, serbixwe û gelek partî, rêxstin û saziyên ji hundir û derveyî Sûriyê îro di roja xwe ya duyemîn de ye. Di roja yekê de destûr û rêzgezên Destûra Bingehîn ya Sûriyê hat nîqaşkirin, di roja îro de jî dê Nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê were guftugokirin.   A niha Diyalog bi nirxandina Nexşerêyê dest pê kiriye, wê bi nîqaşan bidome. Dê herî dawî daxuyanî were dayîn û encamê diyalogê were ragihandin.