SKB bi armanca piştevaniyê çû serdana çalakgrên li Strasbourgê 2019-03-28 11:31:17   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên SKB'yî ku bi 14 çalakgerên li Strasbourgê yên li dij tecrîdê di çalakiya grevê de ne re hatin gel hev, diyar kirin ku berxwedana di pêşengiya jinan de wê teqez bi ser keve.    Yekitiya Jinên Sosyalîst  (SKB) ku li gelek bajarên Ewropayê li dijî tecrîdê çalakiyan li dar dixe, piştî çalakiyê xwe yên Strasbourgê bi berxwedêrên grevê yên 101 roj in li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan  yên li Strasbourgê re hat gel hev.    'Dê berxwedan tecrîdê bişkîne'   Li vê derê Nurgul  Dîren a ku li ser navê endamên SKB'ê bi Dîlek Oclalan û Nurgul Başaran re axivî diayr kir ku heta tecrîda li ser Rêberê PKK'ê bi dawî nebe wê ya li ser Gelê Kurd jî bi dawî nebe.   'Ji CPT'ê re dosya şandin'   Zeynep di berdewamiyê de got ku ev têkoşîn faşîzmê dê têk bibe û bal kişand ser têkoşîna jinan.  Zeynep diyar kir ku wan di çarçoveya lêkolîna li zindanan de ji ber ku erka CPT'ê heye jê re dosya şandine û got ku wê xebatên wan li Ewropayê ji bo rakirina tecrîdê berdewam bikin.    Nurgul Başaran: Ev artêşa berxwedanê ye   Nurgul Başaran jî li ser navê çalakgeran axivî û ev tişt got: Ev berxwedana ji bo hemû gelan e. Li girtîgehan 7 hezara girtî di berxwedanê de ne. Ev arateêşek berxwedanê ye."