Di encama operasyonên leşkerî de şikeftên dîrokî hatin rûxandin 2019-03-28 10:56:53   AMED - Di operasyonên leşkerî yên taxên çolterên navçeyên Farqîn, Hezro, Lîcê û Pasûr ên Amedê hatin lidarxistin de, leşkeran bi ser gelek malan de girtin, hezar û 123 kes di kontrola GBT’ê re derbas kirin û şikeftên dîrokî rûxandin.    Operasyonên leşkerî yên herêmên çolterên navçeyên Amedê zêde bûn. Operasyonên leşkerî yên taxên çolterên navçeyên Farqîn, Hezro, Lîcê û Pasûr ên Amedê ji 25’ê Adarê ve berdewam dikir. Hat diyar kirin ku operasyonên leşkerî yên bi tevlîbûna yekîniyên taybet û cerdevan berdewam dikirin, di saetên şevê de bi dawî bû.     Hat ragihandin ku yekîneyên leşkerî û cerdevanên beşdarî operasyonan bûn, dibin ÎHA û SÎHA’yan de, bi malên taxên çolter û gomên navçeyan de girtin, kontrola GBT’ê ya hezar 123 kesan kirin û di nokteyên legerînê de wesayîtên welatiyan di kontrolê re derbas  kirin.     Hat destnîşan kirin ku di operasyona leşkerî de, leşkeran şikeftên dîrokî yên li herêmî bi îdîaya HPG’î weke stargehan bikar tînin, bi bombeyan rûxandin.