Jinan AKP'yiyê deng xwest ji taxê qewirand 2019-03-28 10:29:57   MÊRDÎN - Hat diyarkirin ku namzedê AKP'ê yê ji bo hilbijartinên herêmî li Nisêbînê çû taxê û deng xwest ji aliyê jinan ve hat qewirandin û jinan jê re got: "Hûn bi çi rûyî tên deng dixwazin."   Bi nêzbûna hilbijartinên xwecîhî re ku wê di 31'ê Adarê de bên kirin hemû partiyên ku wê di vê hilbijartinê de cih bigirin lez dan xebatên xwe. Di çarçoveya van xebatên hilbijartinê de namzedê şaredartiyê yê AKP'ê jî li Nisêbînê çû taxa Barişê û deng xwest. Namzedê ku deng xwest ji aliyê jinan ve rastî bertekan hat û ji aliyê jinan ve ji taxê hat qewirandin.