‘Yekane îcreata qeyûman hilweşîn bû’ 2019-03-28 09:25:41   WAN - Perava Îskelê ya Gola Wanê û Keleha Wanê digihand hev û qadek civakî ya girîng  a gel bû,  hat hilweşandin û vê rê li ber bertekan vekir.  Nazmeta Hevşaredariya HDP’ê ya Tuşbayê Ayşe Mînak wiha got: “Wan darek rakiribe em ê 10 daran biçînin. Peyzaja peravê wê piştî 31’ê Adarê ji nûve bê plankirin û çêkirin.”    Perava Îşkeleyê ya Keleha Dîrokî ya Wanê û Gola Wanê digihand hev, lê temaşekirina avabûna rojê bi kêfek mezin dihat kirin û yek ji qadên civakî ya girîng a gel bû. Ev hefteyeke bi maşîneyên kar tê hilweşandin. Welatiyên hatin Perava Îskeleyê li dijî dîmenê matmayî man û vegeriyan.  Ayşe Temîzkan ya li nêzî peravê kargeriya wê heye, li dijî bûyerê bertek nîşan da.   ‘Yekane îcreata wan hilweşîn bû’   Ayşeyê da zanîn ku  namzetê şaredariyê yê AKP’ê Necdest Takva hatiye peravê axiviye û got wê gotinên wî samîmî nedîtiye û wiha got: “Şaredariyên qeyûm piştgirî dan hilweşînê. Yekane îcrata qeyûman hilweşîn e. Em esnaf rewşek zehmet dijîn.”   ‘Hilweşîn ji rayagiştî hat veşartin’   Namzeta hevşaredariyê ya HDP’ê ya Tuşbayê Ayşe Mînaz bertek nîşanê hilweşîna peravê da û wiha got: “Di 2015’an de ji aliyê şaredariya bajarê mezin ve peyzaja û sererastkirina wê hat kirin. Ev pêkanîna nû ji rayagiştî hat veşartin û hilweşîn hat kirin. Yek ji cihên girîng ya ku behr û şînahiyê digihîne hev tê tunekirin. Ji aliyê gelê herêmê û turîstan ve eleqeyek mezin didît.  Piştî hilweşînê dixwazin bikin gar. Hewcedariya gel bi garek nû tune. Wan darek rakiribe em ê 10 daran biçînin.  Peyzaja peravê wê piştî 31’ê Adarê ji nûve bê plankirin û çêkirin. Em ê peravê dîsa ji gel re vebikin.”