‘Li girtîgehan li ser girtiyên di grevê de binpêkirinên mafan ên sîstematîk hene’ 2019-03-28 09:09:01   Dîlan Babat   ENQERE - Ji parêzerên ÎHD’ê Zeynep Ceren Boztoprak diyar kir bi heyetek serbixwe re li girtîgehan geriyane û dest bi amadekirina raporan kirine. Zeynebê bi lêv kir ku binpêkirinên mafan êdî bi awayekî sîstematîk pêk tên û got: “Hema li hemû girtîgehan lêpirsînên dîsîplînê hatine destpêkirin. Hinek bi cezayên dîsîplînê hatine tecziyekirin.”   Çalakiya greva birçîbûnê ya hevseroka KCD û parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku bi armanca tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bê rakirin dest pê kir, di roja 141’emîn de didome.  Çalakiya endamê HDP’ê Nasir Yagiz yê li bajarê Hewlêrê ketiyê  roja 128’an, ya 14 kesên li Strasbourg û  ya Îmam Şîş ya li Gallerê ket roja 102’emîn, ya endama meclîsa Îştarê Fadîle Tok a li Mexmurê ket roja 68’an,  ya hevseroka DBP’ê Sebahat Tuncel û parlamentera berê ya HDP’ê ya Colemêrgê Selma Irmak ket roja 72’an, ya Yusuf Îba ya li Toronto ya Kanadayê ket roja 75’an, çalakiya koma yekem a li girtîgehan ket roja 103’emîn. Her wiha ji 1’ê Adarê şûnde jî li hemû girtîgehan belav bû.   ‘5 kesî li girtîgehan li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn’   Çalakî bi biryar tên meşandin û li dijî tecrîdê yek li Ewropayê 5 kesî dawî li jiyana xwe anî.  Di 17’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa F a Hejmara 2'emîn a Tekîrdagê Zulkuf Gezen, di 23’ê Adarê de li girtîgeha Gebze a Jinan Ayten Beçet, di 24’ê Adarê de li girtîgeha Tîpa T ya Oltu Zehra Saglam, di 25’ê Adarê de  li girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê jî Medya Çinar li dijî tecrîdê dawî li jiyana xwe anîn.   ‘Li girtîgehan binpêkirinên mafan didomin’   Navenda Giştî ya ÎHD’ê binpêkirinên mafan ên girtîgehan kir rapor û bi rayagiştî re parve kirin û di raporan de hat diyar kirin ku vîtamîna B nadin girtiyan û gelek girtî kontrola wan bi rêk û pêk nayê kirin, her wiha di serî de rojnameya Yenî Yaşam û rojname û pirtûk ji bo girtiyên di grevê de nayên dayîn.   ‘Girtî nayên dermankirin’   Parêzer Zeynep Ceren Boztoprak daxuyakirin ku ji bo binpêkirinên li girtîgehan bikin rarapor komîsyona girtîgehan a navenda ÎHD’ê û heyetek serbixwe li  girtîgehan geriyane û got binpêkirina ber çavê wan ketiye yek jê nedayîna vîtamîna B1 e û wiha got: “Li şûna wê vîtamîna B12 tê dayîn. Li hinek girtîgehan jî qet vîtamîn nayên dayîn. Girtiyên di grevê de divê di bin kontrola doktoran de bin lê li tu girtîgehê doktor dermankirinê nakin.  Tansiyon û pîvana kîloyan ji aliyê peywirdarên revîrê ve tên kirin. Ligel ku ferz e divê refakat ligel girtiyên di grevê de bin, ew jî nayê kirin, li hinek girtîgehan girtî di hucreyan de tên tecrîdkirin.”   ‘Ji sala 2012’an zêdetir binpêkirin tên jiyîn’   Zeynebê daxuyakirin ku di 2012’an de jî li girtîgehan grev hatibûn destpêkirin lê binpêkirin wê demê qasî niha nehatin jiyîn û got: “Niha di vê pêvajoyê de binpêkirinên mafan bi awayekî sîstematîk pêk tên. Grevên birçîbûnê hatine asteke krîtîk.  Girtiyên di girtîgehan de li dijî tecrîdê  dawî li jiyana xwe anîne, em gelek xemgîn kirin.  Divê demildest daxwazên girtiyan pêk bên û dawî li vê dijhiqûqiyê bê.”