Sêyemîn Diyaloga Sûrî-Sûrî bi nîqaşan didome 2019-03-27 15:19:36   KOBANÊ - Sêyemîn Diyaloga Sûrî-Sûrî bi nirxandin û nîqaşên derbarê destûr û rêgezên Destûra Sûrîyê bingehîn didome.   Diyaloga Sûrî-Sûrî ku bi beşdarbûneke xurt ji hemû partî, rêxistin, sazî û kesayetên ser bixwe ên ji hundir û derveyî Sûriyê di seatên vê sibehê de li Kobanê dest pê kiribû, niha bi nirxandina destûr û rêgezên Destûra Sûriyê ya bingehîn didome.   Piştî ku destûr û rêgezên bingehîn yên Destûra Sûriyê hatin pêşkêş kirin, beşdarvanan nîqaşên di vê çarçoveyê heta niha kirine. Girîngiya azadiya jin û ji bo wê zêdekirina rêgezên ku mafên wê biparêzin li ser Destûrê, berjewendiyên dewletan li ser ava kirina destûra Sûriyê ya nû, bi kar anîna koçberên li derveyî Sûriyê ji bo xizmeta berjewendiyên xwe, girîngiya pirojeya netewa demokratîk di çareserkirina aloziya Sûriyê de û bajarên Sûriyê ku hatine dagirkirin.    Diyalog bi nîqaşan berdewame     Hêjayî gotinê ye ku Destûra Sûriyê Armanca wê pêkanîna jiyana hevbeş di navbera hemû pêkhate, êl û olên di hundir Sûriyê de dijîye. Her wiha çalakirina hemû saziyên civaka sivîl û ava kirina pergaleke demokratîk ku vîna gel bingeh digire û bi cih anîna mafên jinan û zarokan. Destûr 23 rêgezên bingehîn di nav xwe de digire.