Malbat bi biryar li benda hevdîtinê ne: Dema ku em wenda bikin tune ye 2019-03-27 12:17:36   ENQERE - Malbatên girtiyên ku di greva birçîbûnê de ne ji bo ku bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin çûn Enqereyê diyar kirin ku heta ehvdîtin pêk bê ew ê li ber wezaretê bin û wiha gotin: "Li Tirkiyeyê navê edaletê heye lê edalet tune ye."   Malbatên girtiyên di gerava birçîbûnê de ji bo ku tecrîd bi dawî bibe ji bo ku bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin duh çûbûn  Enqereyê. 8 xizmên gitiyan ku ji bo hevdîtinê hatin bi hinceta randevu nehatiye girtin bi wan re hevdîtin nekirin. Îro jî malbatên ku di nav wan de Dayikên Aştiyê jî hene û wê careke din biçin ber wezaretê beriya biçin ber wezaretê li şaxa ÎHD'ê ya Enqereyê civîna çapemeniyê pêk anîn.    'Hikûmet dengê me nabihîze'   Ji xizmên  girtiyan Cahîde Yildirim diyar kir ku biryayê wê Yuksel Koç li Fransayê 101 roj e li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bê dem û bê dorveger de ye, daxaza wan tenê rakirina tecrîdê ye û wiha berdewam kir: " Ev du rojin ji bo ku em bi Wezrê Dadê re hevdîtinê bikin em hatine Enqereyê. Lê ji me re gotin Wezrî li dervê bajêr e  û polîsan jî got tiştekî ku em bikin tune ye. Ev çawa edalet e. Em dengê xwe bilind dikin lê hekûmet dengê me nabihîze.  Heta ku daxwaza me bê qebûlkirin em ê li vir bin.  Zarokên me dimirin û birayê min li Ewropayê 101 roj e di çalakiya grevê de ye. Hata ku daxwazên çalakgeran bên qebûlkirin em ê têkoşîna xwe bidomînin."   'Grev hatiye asta krtîk'   Dayika Newroz Bozkurt a ku  21 sal e di girtîgehê de ye Sultan Bozkurt jî diayr kir ku keça wê ji 8'ê Adarê de di grevê de ye. Sulatan anî ziman ku ji 1'ê Adarê de ji 7 hezaran zêdetir girtiyan dest bi greva birçîbûnê kiriye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Greva ku di pêşengiya Leyla Guven de hat destpêkirin ketiye asta krîtîk .Divê ku tecrîd bê rakirin .Em dixwazin bi wezaretê re hevdîtinê bikin. Li Tirkiyeyê navê edaletê heye lê ew bi xwe tune ye. Bila dengê zarokên me bibihîzin.  Dema me kêm maye em dixwazin bi rayedaran re hevddîtinê bikin, zarokên me dimirin bila dengê wan bibihîzin. "   Bang li CPT'ê kirin   Sakîne Gorgen a ku Lawê wê li Girtîgeha Maltepeyê ye jî got bila tecrîd bê bidawîkirin û bang li CPT'ê kir. Sakîne got ku divê hemû rayedar û sazî vê mijarê bikin rojeva xwe.    'Duh li dijî me jî tecrîd pêk anîn'   Xizma girtiyan Munîbe Koç jî ev tişt got: "Di pêşengiya Leyla Guven de çalakiya greva birçîbûnê hat destpêkirin. Ger ku tecrîd bê bidawîkirin wê hemû girtî çalakiya xwe bi dawî bikin. Zarokên me çalakiyên fedaî li dar dixin. Bila nekin em şer û mirinê naxwazin .Em doza mirovahiyê dikin. Wezîrê dadê hevdîtin bi me re nekir û polîsan dora me dorpêç kir ev bi xwe jî tecrîd e."   Malbat piştî daxuyaniyê wê disa bi daxwaza hevdîtinê biçin Wezareta Dadê.