Li Başûr heta roja îro hezar û 285 kes ketine grevê 2019-03-27 11:43:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Hewlêr, Silêmanî, Wargeha Penabaran a Mexmûr, Kelar û Pênciwên heta niha li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hezar û 285 kes ketine greva birçîbûnê ya  bêdem û bi dorveger. Herwiha sê kes jî bi awayekî bêdem û bêdorveger di greva birçîbûnê de ne.   Piştî Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiyê kir, li Kurdistanê û derveyî Kurdistanê, li girtîgehên Tirkiyeyê zêdeyî 7 hezar kesî dest bi grevên birçîbûnê kir. Her ku diçe greva birçîbûnê berfireh di be. Li Herêma Federal a Kurdistanê jî li Hewlêr, Silêmanî, Wargeha Penabaran a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr), Kelar û Pênciwênê çalakiya grevê didome.    Greva birçibûnê didome   Li Herêma Federal a Kurdistanê bi giştî heta niha hezar û 285 kes tevli çalakiyên greva birçîbûnê yên bêdem û bi dorveger bûne. Herwiha li Hewlêr, Kelar û Wargeha Penabaran a Mexmûrê jî sê kes ketine çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger. Herwiha li navçeya Kelarê Şeyma Ednan ji bo mehekê 25 roj e di greva birçîbûnê de ye. Yunis Omer li navçeya Pênciwênê 10 roje di greva birçîbûnê de ye.   Li Başûrê Kurdistanê cara yekemîn li Nûnertiya HDP'ê ya li Hewlêrê greva birçîbûnê dest pê kir. Niha di roja 127'an de ev çalakî berdewam dike. Heta niha li Nûnertiya HDP'ê 494 kes beşdarî çalakiyê bûne û 63 koman çalakî dewir girtine. Herwiha li Nûnertiya HDP'ê Endamê Meclîsa HDP'ê Nasir Yagiz 127 roj in tevî ku rewşa tenduristiya wî nebaşe jî di greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger de ye. Çavên wî lewaz bûne, bêtaqet bûye û bi tenê nikare rabe û rûne.   104 roj in çalakî didome   Piştî Hewlêrê, li Komela Karkerên Mezopotamya ya li Silêmaniyê bi awayekî bêdem û dorveger çalakiya greva birçîbûnê destpê kir. Ev 104 roj in çalakî berdewam dike. Heta niha 204 kes beşdarî çalakiyê bûne û 52 koman çalakî dewir girtine.   Li Mexmûrê çalakiya grevê   Li Wargeha Penabaran Mexmûr jî 102 roj in çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger berdewam dike. Heta niha 34 koman çalakî dewir girtiye û 580 kes beşdarî çalakiyê bûne.  Endama Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê Fedîle Tok jî ev 67 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger deye.   Li navçeya Kelar a Germiyan jî Endezyar Herêm Mehmûd 32 roj in dest bi çalakiya bêdem û bêdorveger kiriye. Herwiha 4 kes jî hefteyekê ketinê û Şeyma Ednan jî bo mehekê di grevê de ye.   Li dijî çalakgeran êrîş pêk hat   Herwiha di 30'ê Çile de endamên Meclîsa Îştarê ya Mexmûrê li ber Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî (NY) ya Hewlêrê kon vedan û dest bi grevê kirin. Lê, asayîşa Hewlêrê çend caran êrîşî wan kir û dest danî ser konê wan. Lê, dîsan bi israr bûn ku çalakiya xwe berdewam bikin. Bi giştî asayîşê çend caran êrîşî çalakgeran kir. Di 7'ê Sibatê de hemû çalakger binçav kirin û dersînor kirin.