Jinên Efrînê: Çalakiyên grevên birçîbûnê ji bo aştî û azadiya Gelê Kurd e 2019-03-27 10:21:56   Tolîn Muhemed   ŞEHBA - Jinên Efrînê derbarê çalakiyên greva birçîbûnê ya ji rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de wiha gotin:"Têkoşîna çalakgerên di greva birçîbûnê de ne pîroz û bi rûmet e.  Çalakiyên grevên birçîbûnê ji bo aştî û azadiya Gelê Kurd e. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin têkoşîna Leyla Guven û rêhevalên wê."       Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ji bo tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi dawî bibe dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger kiribû. Pişgiriya ji bo çalakiyên greva birçîbûnê didomin. Jinên Efrînê jî derbarê çalakiyên greva birçîbûnê de wiha gotin:"Rakirina tecrîda giran a li ser Rêber Apo wê pêşî li rêya aştiyê vebike. Divê em ji bo aştiyê her li berxwe bidin. Divê hemû cîhan vê têkoşîna ji bo aştiyê bibînin û piştgiriyê bidên."                                        'Heta daxwazên çalkvanên greva birçîbûnê pêk neyê em ê berxwedana xwe bidomînin'   Muna Birîmo berxwedana greva birçîbûnê silav kir û got: "Divê hemû kes dawî li bêdengiya xwe bînin. Em bi hev re dikarin Rêber Apo azad bikin. Em Rêber Apo azad bikin dê hatina aştî û azadiyê hêsantir bibe. Heta daxwazên çalkvanên greva birçîbûnê pêk neyê em ê berxwedana xwe bidomînin."   'Çalakiya Leyla Guven û rêhevalên wê bi wate ye'   Her wiha Hacer Sulêman wiha got: "Çalakiya Leyla Guven û rêhevalên wê bi wate ye. Em heta Rêber Apo û Efrînê rizgar nekin em dev ji têkoşîna xwe bernadin. Em bi salane têdikoşin û me tu carî dev jê bernedan. Heta ku em negihêjin armanca xwe em dev ji têkoşîna xwe bernadin."   'Gelek kes di oxira azadî û aştiyê de şehîd ketin'   Rebîa Muhemed jî ev tişt got: "Di oxira azadî û rûmetê de, gelek kes di greva birçîbûnê de gihaştine asta şehadetê. Gelek kes di oxira azadî û aştiyê de şehîd ketin. Di dîroka Gelê Kurd e gelek bedel hatine dayin, gelek şehadet çê bûne. Em ê têkoşîna xwe ya dîrokî bidomînin. Têkoşîna çalakgerên di greva birçîbûnê de ne pîroz û bi rûmet e.  Çalakiyên grevên birçîbûnê ji bo aştî û azadiya Gelê Kurd e. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin têkoşîna Leyla Guven û rêhevalên wê. Rakirina tecrîda giran a li ser Rêber Apo wê pêşî li rêya aştiyê vebike. Divê em ji bo aştiyê her li berxwe bidin. Divê hemû cîhan vê têkoşîna ji bo aştiyê bibînin û piştgiriyê bidên."