Civaknas Neslîhan Şedal: Tecrît ji jiyanê veqetandin û îzolekirin e 2019-03-27 09:44:02   Zeynep Durgut   WAN - Çalakiya greva birçîbûnê ya bê dem û ne dorveger a Leyla Guven ku li dijî tecîrda li Îmraliyê daye destpêkirin di roja 140'an de berdewam dike. Her wiha li zindanan jî çalakiyên grevên birçîbûnê di roja 98’emîn de didomin. Tecrît çi ye û bandoreke çawa li ser civakê dike, Civaknas Neslîhan Şedal nirxand.    Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê Leyla Guven ku li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dabû destpêkirin di roja 140'an de berdewam dike. Herwiha  çalakiya greva birçîbûnê ku li girtîgehan hat destpêkirin jî ji 1'ê Adarê ve li hemû girtîgehan belav bûye û berdewam dike. Hemû qadên jiyanê ji tecrî de neyînî bi bandor dibinû tecrît bi tena serê xwe pêşiya aloziyên civakî vedike. Wekî ku di rapora Komîteya Astengkirina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT)’ê de jî derbas dibe tecrît bi tu awayî nayê qebûlkirin û divê bi lez bi dawî bibe. Tecrît çi ye û li ser civakê bandoreke çawa dike? civaknas Neslîhan Şedal nirxand. Neslîhanê diyar kir ku tecrît bi xwe re pêşiya pirsgirîk û aloziyên civakî vedike û got ku li dijî tecrîtê bilindkirina her dengekî meşru û mafdar e.    ‘Li dijî bêdengiyê berxwedana zindanan hat destpêkirin’   Neslîhanê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir ku li gel îlankirina xweseriya demokratîk li bajarên Kurdîstanê şerê derûnî û fizîkî dest pê kir û wiha axivî;”Piştî îlankirina xweseriya demokratîk li gelek bajaran şerê derûnî û fizîkî hate destpêkirin. Bi taybetî jî li ser gelê kurd tecrîteke giran hat meşandin. Li dijî bêdengiya civakê ya li  hemberî tecrîtê berxwedana zindanan dest pê kir. Ev ji di şexsê Leyla Guvenê de pêk hat. Niha bi hezaran girtîyên siyasî greva birçîbûnê de ne. Em tecrîtê wekî pergaleke îşkenceyê dinirxînîn.”    ‘Tecrîd li her derê ye’   Neslîhanê destnîşanî bandora tecrîtê kir û got ku bi belavkirina polîtîkayên tecrîtê dixwazin civaka kurd ber bi aloziyê ve bibin û wiha dom kir;”Di şexsê Abdullah Ocalan  de niha Gelê Kurd bi tecrîteke giran re rû bi rû ye. Bi taybetî jî di van salên dawî de gelek bajar di bin serdestiya  erebeyên zirxî de ne. Em di pêvajoyeke ku demokrasî û edelet tune de derbas dibîn. Kesên diaxivin tên girtin, krîza aborî her roj kur dibe û  jiyan gihiştiye asteke herî xerab. Ev pêvajoye êrîşkirina li ser nirxên civakî ye. Bi îzolekirina nirxên civakî dixwazin hêza civakî ya bi rêxistinî belav bikin. Kesên ku tên tecrîtkirin ji mafê çand, sosyal û aborî de tên bêparhiştin. Tecrît, pêşiya pirsgirîkên derûnî  û nexweşiyan vedike. Li Tirkiyeyê  ji çanda civakî bigirin heta ku aborî tê tecrîtkirin. Tecrît pirsgirîkeke civakî ye. Em li malên xwe kolanan û ji her qadekê civakî de tên tecrîtkirin.”    ‘Tecrît ji jiyanê veqetandin û îzolekirin e’   Neslîhanê da zanîn ku armanca  tecrîtê bênasnamekirin û bêîradekirine û wiha got:”Wateya tecrîtê ji hevveqetandin û îzolekirin e. Mirov dikare bibêje ku tecrît li ser hemû gelên Rojhilatanavîn heye. Armanca tecrîtkirinê bênasnamekirin û bêvînkirin e. Li zindanan bilindkirina destpêkirina berxwedanê parastina van nirxên civakî ye. Ne tenê li dijî Gelê Kurd tevahiya welat tecrîd bandora xwe dike. Berxwedana zindanan  ji ber zindîkirina jiyanê hatine destpêkirin. Ji aliyê nedîtina van çalakiyan û berxwedanê bi tena serê  xwe tecrît e.”    ‘Li gel girankirina tecrîtê aloziya civakî zêde bû'   Neslîhanê herî dawî diyar kir ku siyaseta hikûmetê di nava gel de pêşiya kîn û nefretê  vedike û wiha dawî li axaftina xwe anî;”Zimanê siyaseta Tirkiyeyê di nava civakê de pêşiya kîn û nefretê vedike. Ev ji pêşiya aloziyên civakî vedike. Ji ber wê jî berxwedana zindanan di cih de ye û meşru ye. Ji bo ku ev berxwedan serkeftî bigihîje armanca xwe divê  hêzên civakî berbirsyariya xwe pêk bînin û bêdeng nemînin. Li aliyeke din berxwedan heye, lê medya vê nabîne. Ev jî bi tena serê xwe tecrît e. Li gel girankirina tecrîtê aloziya civakî zêde bû. Aşitiya civakî bi rakirina  tecrîdê pêkane ye.”