Wezareta Dadê hevdîtina bi malbatên girtiyan re qebûl nekir 2019-03-26 17:54:42   ENQERE- Malbatên girtiyan ên ku li hemberî tecrîdê ketin greva birçibûnê xwestin bi Wezareta Dadê re hevdîtinê bikin. Malbatên ku nehiştin bikevin wezaretê li ber wezaretê rawestiyan.    Malbatên girtiyên ku li dijî tecrîda li hemberî rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan greva birçibûnê dan destpêkirin xwestin bi Wezareta Dadê ya li Enqerê re hevdîtinê pêk bînin. Malbatên ku ji Stenbolê bi rê ketin û hatin Enqereyê, bi sedema ku randevû nîne negirtin avahiyê. Bi seatan e ku malbat li ber avahiyê rawestiya ne û wan nagirin hundir. Her wiha dosyaya ku der barê greva birçibûnê de hat amadekirin jî ji aliyê peywirdarên wezaretê ve nehat qebûlkirin. Peywirdarên wezaretê ji malbatan re gotin "Mijar siyasî ye û ne peywira me ye. Malbatên ji wezaretê hatin dûrxistin hêj li ber avahiyê rawestiya ne.