'Bila îktîdar berpirsiyariya xwe bi cih bîne' 2019-03-26 16:41:21   MÊRSÎN - Şaxa ÎHD'ê û nûneriya TÎHV'ê yên Mêrsînê bal kişandin ser daxwazên girtiyên di çalakiya grevê de ne û wiha got: "Divê îktîdar berpirsiyariya xwe pêk bîne.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Nûnertiya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ên Mêrsînê, bi armanca balê bikişînin ser daxwaz û rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne li avahiya ÎHD'a Mêrsînê daxuyanî dan çapemeniyê. Nûner û rêveberên HDP, HDK, 78, Halkevlerî, TUAYDER û gelek rêxistinên sivîl û demokratîk tevlî civinê bûn. Rêxistinên civaki û parêzvanên mafên mirovan di civînê de pankarta “Li dijî greva birçîbûnê bêdeng nemîne" û dowîzên “Tecrîd dikûje", “Li dijî greva birçîbûnê bêdeng nemîne, sibê pir dereng e." bilind kirin. Sekreterê Şaxa ÎHD'ê ya Mêrsînê Tahir Tuyben daxuyanî xwend.    Tahîr anî ziman ku çalakiya Leyla Guven daye destpêkirin, li zêdeyî 100 girtîgehan bi hezaran girtî çalakiyê berdewam dikin û wiha got: “Li Almanya Ugur Şakar, di 17'ê Adara 2019'an de Li Tekîrdagê Zulkuf Gezen, di 22'ê Adara 2019'an de li Gebzeyê Ayten Beçet, di 24'ê Adara 2019'an de li Girtîgeha Oltu ya Erziromê Zehra Saglam û di 25'ê Adara 2019’an de li Mêrdînê Medya Çınar bi armanca tecrîdê şermezar bikin çalakî  pêk anîn û dawî li jiyana xwe anîn. Em berî her tiştî sersaxiyê ji malbatan re dixwazin. Mafê jiyanê pîroz e. Dengê girtiyan hatiye bihîstin. Hemû hewldanên me didomin. Em li vir dîsa bang li rayedaran dikin. Divê li girtîgehan kes jiyana xwe ji dest nede. Em van çalakiyan erê nakin. Îktîdara siyasî li hemberî cenazeyan bi awayekî dijhiqûqî û bê hurmet tev geriya ye. Destûr nedane ku malbat şîna xwe jî bigire. Divê îktîdara siyasî berpirsiyariya xwe pêk bîne û daxwaza girtiyan pek bîne."