TOHAV'ê ji bo grevên birçîbûnê bang li CPT Û NY'ê kir 2019-03-26 16:39:25   STENBOL - TOHAV'ê derbarê grevên birçîbûnê de  bangl Raprotorê NY'ê yê Tayêbet ê Îşkenceyê û CPT'ê kir û got ku derbarê binpêkrina mafê jiyanê yê girtiyan de bi berprisiyarî tevbigerin."   Weqfa Lêkolînan a Cikavk û Hiqûqê (TOHAV)  banga lezgîn  li Raportorê Îşkenceyê yê taybet ê Netweyên Yekbûyî (NY) û Komteya Astengkirin Îşkenceyê (CPT) TOHAV'ê di metnê ku ji van saziyan re şand de xwest ku li dijî pêkanînên li Tirkiyeyê erka xwe bi cih bînin.    'Ceza li dijî rûmeta mirovahiyê ne'   Di metnê ku ku bal hat kişandi ser Çalakiya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Colemêrgê  û ya li girtîgehan ku li dijî tecrîdê hatiye  destpêkirin û wiha hat gotin: "Greva birçîbûnê li girtîgehan di rewşeke krîtîk de berdewam dike û binpêkirinên mafan jî piştî ku greva hatiye destpêkirin zêde bûne. Cezayên ku tên dayîn li dijî rûmeta mirovahiyê ne."   Di metnê ku hat amadekirin de bal hat kişandin ser rewşa malbatên girtiyan jî û wiha hat gotin: " Li dijî malbatên girtiyên ku di grevê de ne jî binpêkirinên mafan zêde bûne.  Malbatên girtiyan tên tehdîtkirin. Di laşê çalakgeran de texrîbatên mezin pêk hatine û girtî bi taxrîbatên hîn mezintir ên tendirustiyê re rûbirû ne. Herwiha di metnê de çalakiya fedayî ya Zulkuf Gezen, Ayten Beçet, Zehra Saglam û Medya Çinar jî hat bibîrxistin.    'Ev mijarek girîng e'   Di metnê de serlêdanên parêzerên Rêberê PKK'ê  Abdullah Ocalan ên ji bo hevdtîina pê re ku cara 800'în jî hatin redkirin hatin bibîrxistin û ev tişt hat gotin: "Derbarê jiyana girtiyan de û bi taybetî mafê jiyanê ya gê girtiyan de fikarên me hene .Di vê ku derbarê. Divê ku girtîgeha Îmraliyê û girtîgehên din ji aliyê heyetên xweser ve bên ziyaretkirin û derbarê rewşa girtiyan de lêkolîn bê kirin. Em dixwazin ji bo ku em rewşa girtiyan bizanibin divê bi Wezareta Dadê re û bi rayedarên din ên têkildarî mijarê re têkilî bê danîn. Ev ji ber ku mijareke girîng e divê demildest bê kirin û bersîveke erênê ji bo vê bê dayîn."