Serpîl Kemalbay: Li dijî tecrîdê dengê xwe bilind bikin 2019-03-26 16:09:49   ÎDIR - Parlementera HDP’a Îzmîrê Serpîl Kemalbay, diyar kir ku ji bo Leyal Guven û girtiyên di greva birçîbûnê de ne bijîn, li her qada jiyanê dê dengê xwe bilind bikin û wiha got: “Di hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê de, dê vîna gel li Kurdistanê derbikeve holê.”    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan a Îdirê bi tevlîbûna Parlamentera HDP'a Îzmîrê Serpîl Kemalbay li avahiya partiyê bi mijara 'Tecrîd û Hilbijartin' gotûbêjek hat lidarxistin. Parlamenterê HDP'ê ya Îdirê Habîp Eksîk, namzetên hewşaredariya Îdirê Eylem Çelîk û Yaşar Akkuş û rêveberên navçeyê û bajaran tevli civînê bûn.    'Berxwedaneke mezin heye'    Serpîl Kemalbay diyar kir ku li hemberî polîtîkayên zext û bindestiyê berxwedaneke mezin jî pêk tê. Serpîl bal kişand ser hilbijartinên 7'ê Hezîranê ya sala 2015'an û wiha got: "Gel di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de helwesa xwe bi zelalî nîşan da. Lê piştî hilbijartinan li Sûr, Cizîr û Sîlopiyê êrîşek dijwar pêk hat û gelek kes jiyana xwe ji dest da." Serpîl di axaftina xwe de bal kişand ser tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û wiha axivî: "Li hemberî tecrîdê greva birçibûnê dest pê kir. Leyla Guven di grevê de bû ji girtîgehê serbest hat berdan. Leyla li zindana Amedê 79 rojan di greva birçîbûnê de ma û dûre hat berdan. Lê Guven ev lîstika wan jî vale derxist. Niha li malê berxwedana xwe didomîne. 139 rojin hêdî hêdî dihele. Hûn vê yekê pir baş fêm dikin. Lê Mirovên li rojava vê fêm nakin. Dibêjin ‘Çi eleqeya tecrîda li Îmraliyê, bi Stenbolê re heye.’ Em gelekê ku têkoşerin. Sekna me pir girînge. Têkoşîna Guven a 139 rojin berdewam dike, dê tecrîdê parçe bike. Ji derveyî parçekirina tecrîdê tu çareseriyek din tuneye. Erkek mezin a têkoşînê dikeve ser milê me. Divê em dengê xwe bilind bikin.”    Serpîl, hilbijartina herêmî ya 31’ê Adarê jî nirxand û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Dê vîna gel li Kurdistanê bijî. Emê hîn zêdetir şaredariyên xwe qezenc bikin. Emê li Kurdistanê bi ser bikevin û li Tirkiyeyê jî meşrûbûna wan di lêpirsînê re derbas bikin. Li Îzmîrê em pir xebitîn. Rojeva meya  hilbijartinê windakrina faşîzma AKP û MHP’ê ye. Qeyûm ji holê kirin, di heman demê de tê wateya qezenckirina gelan.”