Şahiya têkbirina DAIŞ’ê li Kobanê dewam dike 2019-03-26 14:00:42   KOBANÊ - Şahiya li  Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ya rizgarkirina Dêre Zorê û têkçûyina DAÎŞ'ê bi dirûşma "Hilweşîna DAÎŞ'ê ji Kobanê dest pê kir û li Baxozê bi dawî bû" li Girê Miştenûrê tê lidarxistin.    Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Partiyên Siyasî, Rusipiyên Êlan, Fermandar û şervanên YPJ/YPG û QSD’ê li girê Miştenûrê kom bûn û dest bi pîrozbahiya rizgarkirina Dêre Zorê kirin.   Li gor bernameya şahiyê axaftin tê kirin.